00:03 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Sûriyeyê li Helebê li ber dêreke kevin

    'Medya Rojavayî derheqê rewşa Sûriyê derewan dike'

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9510

    Sîyasetmedarê Belçîkî Filip Dewinter ku yek ji serokên Partiya Berjewendiyên Flaman a rastgir e, di serdana xwe ya Sûriyê de da xuyakirin ku medya rojavayî rastiya rewşa li Sûriyê berovajî dike.

    Dewinter ji Spûtnîkê re da xuyakirin, wî di serdana xwe ya Sûriyê de, bi Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad û Wezîrê Karê Derve Welîd Mualîm re mijarên toleyên YEyê,

    hevdîtinên Astanayê, dahatuya hevdîtinên Cenevê, piştî serkeftina Helebê rewşa eniyên şer û kêşeya terorîstên biyanî anîye rojevê.
    Dewinter got, ‘Li Sûriyê 650 milîtanên Belçîkî di nav DAIŞê de şer dikin. Em bi alîkariya hikûmeta Belçîkî li ser çareserkirina vê kêşeyê peyivîn.'

    'HEMÛ NÛÇEYÊN LI SER TENDURISTIYA ESAD DEREW IN'

    Siyasetmedarê Belçîkî bal kişand ser nûçeyên medya Ewropî yên li ser tenduristiya Esad û li ser nûçeyên derew yên medyayê wiha axivî: "Li gor medyaya me, me dizanî ku Esad sekta dil derbas kiriye û nexweşîna dil pê re heye. Demjimêrek berê hevdîtina me qediya. Hevdîtina me bi qasî demjimêrek û nîvê ajot. Gelekî baş xuya dikir, tenduristiya wî jî pir baş xuya dikir. Lewma ez vê bi zelalî dibêjim ku hemû nûçe derew bûn."

    Dewinter herwiha Rûsya jî ji ber alîkariyên mirovî ku digihîne gelê Sûriyê pîroz kir.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Bajêrgeh ê ji peywirê hat dûrxistin
    Fîlmê Rûsî 'Mala Xelkê' yekem car xelateke Amerîkî wergirt
    Bajarên herî xweş ên li Cihanê
    Ebadî: Yasaya lêborînê bûye sedema zêdebûna tawanan
    Erdogan ji bo referandûmê: Em ê vê hefteyê biryara xwe bidin
    Di gerdunê de korta tarî ya herî 'çile' hat dîtin
    Etîketan:
    Sûriye, Siyasetmedarê Belçîkî, Dewinter, 'Medya Rojava li ser rewşa Sûriyê derewan dike', Belçîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de