01:44 26 Gulan 2018
YPG

YPG: Êrişên arteşa tirk li dijî xaka Rojava dijwartir dibin

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

YPGê daxuyand ku êrişên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava roj bi roj dijwartir dibin û derbarê êrişan de hin agahî parve kir.

Navenda YPGê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê êrişên artêşa tirk û komên girêdayî wê de hin agahî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji destpêka meha Sibatê heta niha êrişên dewleta tirk li dijî axa Rojava dewam dikin.

Derbarê hûrgiliyên êrişan de wiha tê gotin: ‘Bûyer û êrişên di nava hefteya destpêkê ya meha Sibatê de çêbûne wiha ne; Di 2ê Sibata 2017an de artêşa tirk di navbera gundê Aşmê yê ku dikeve rojavayê Kobanê ku gora Sûleyman Şah jî tê de ye, gundê Ziyaretê de dest bi çêkirina rê kirine.'

Di dewama daxuyaniyê de tê amajekirin ku artêşa tirk di 4ê sibatê de jî dora 11:00an de bi endazyarek, 10 leşker û panzerê jî navbera gundên Elok û Mia yên girêdayî Serêkaniyê derbasî nava axa Rojava bûne. Piştî li vir xebata keşfê ya bi armanca dagirkirina axa Rojava meşandin carek din derbasî Tirkiyeyê bûn.

Rêdûr Xêlîl
© Sputnik / Hikmet Durgun
‘BI TANG Û TOPÊN HAWANÊ ÊRIŞ HATE KIRIN'

YPG di dewama axaftina xwe de amaje dike ku komên girêdayî artêşa tirk di 5ê Sibata 2017an bi tang û topên hawanê û doçkayan êrişî gundên Belûnê û Maranez Yên girêdayî Efrînê kirine. Heman rojê di saetên nivro de leşkerên artêşa tirk jî bi çekên giran êrişî gundiyên gundê Hemama yên ku dixwestin biçin nav erdê xwe de bixebitin kirin.Di encama vê êrişê de di traktorek gundiyan de zirare madî pêk hat. Dîsa çend pezên gundiyan jî telef bû.

Herwiha tê destnîşankirin ku dîsa heman şevê arteşa tirk bi çekên giran êrişî gundê Ziyaret yê dikeve rojavayê Kobanê  kirine û bê serûber malên gundiyan gulebaran kirine.

‘HÊZÊN ME BERSIVA ÊRIŞAN DA'

Di dawiya daxuyaniyê de behsa êrişên di 6ê Sibatê de tê kirin û tê gotin komên girêdayî artêşa tirk bi topên hawanê û çekên dokçayê êrişî gundê Maranez û hemû xeta eniyê ku dikeve hemberî Ezazê kirin.

Tê gotin ku heman şevê arteşa tirk û komên di bin fermandariya wê de tevdigerin bi awayekî hemwext bi topên obûs û tangan heta derengiyê şevê gundên Qitmê, Maranez û Belûne xistin. Piştî vê êrişê şervanên YPGê jî bersivê êrişan dane.

Bi heman mijarî:

YPG: Em ti biryarên Astanayê bi cî nayînin
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê: YPG wê beşdarî Astanayê nebe
YPG: Artêşa tirk êrişî Kobanê û Efrînê kir
YPG: Artêşa Tirk gundên Kobanê gulebaran kirin
YPG: Di 2016an de nêzîkî 10 hezar km kare erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Etîketan:
êrişên artêşa tirk, ypg, efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de