05:26 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dilek Ocalan

    Dilek Ocalana hatibû desteserkirin hat berdan

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3611

    Parlamentera Rihayê ya HDPê Dilek Ocalan ji bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hat desteserkirin. Talîmatê girtina Ocalanê ji Dadgeha Sizayên Giran a 5an a Ruhayê hatibû dayîn û piştî ku polîsan ji bo îfadestendinê ew bir dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê, hat berdan

    Dilek Ocalan li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew hatiye desteserkirin. Ocalan got, "Ez li balafirxaneya Stenbolê hatim desteserkirin."

    ​Li gorî agahiyên Sputnik Kurdistanê bi dest xist Parlamentera Rihayê ya HDPê Dilek Ocalan li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê gava ku dikira biçiya Îtalyayê ji aliyê polîsan hat desteserkirin.

    Tê zanîn ku dadgehê di derbarê Dilek Ocalan de biryara 'anîna bi darê zorê' dabû.

    Derbarê Ocalan de ji ber beşdarî merasîma cenazeyê Mehmet Yilmaz ku endamê PKKê bû ya di Sibata 2016an de li Rihayê bû ye, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye' doz lê hatibû vekirin.

    Piştî ku polîsan ji bo îfadestendinê Dilek Ocalan bir dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê û îfadeya wê hat stendin, hat berdan

    Etîketan:
    Parlamentera Rihayê ya HDPê, Dilek Ocalan, Riha, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de