05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Rapora KENY: DAIŞ êdî di pozisyona parastinê de ye lê hêj jî metirsî ye

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2920

    Ji bo ku ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re were pêşkêşkirin raporeke hat amadekirin û di roparê de hat diyarkirin ku rêxistina terorîst a DAIŞê êdî di rewşa parastinê de ye lê her wiha hat gotin ku li beramberî vê rewşê DAIŞ ji bo cîhanê hêj jî metirsiyeke mezin e.

    Di raporê de hat daxuyandin ku DAIŞ li gelek welatan êdî nikare derfetên aboriyê û endaman peyda bike û hat gotin ku rêxistinê bi taybetî li welatên wekî Sûriye, Iraq, Efxanistan û Libyayê derbeyên giran xwariye û terorîst li van welatan niha tenê di pozisyona parastinê de ne.

    Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku DAIŞ êdî nikare bi awayekî hêsan endaman ji xwe re peyda bike û hat gotin ku gelek endamên wê jî şer diterikînin û direvin. Di raporê de di derbarê dahata rêxistinê de jî hat eşkerekirin ku ew dahat di sala 2015an de 500 milyon dolar bû lê di sala 2016an de daketiya 260 milyon dolarî.

    Ligel vê yekê di raporê de hişyarî hat dayîn ku ev rêxistina terorîst ji bo pereyan dikare rojnameger û peywirdarên xebatên alîkariya mirovî birevînin.

    JI BO PAQIJKIRINA MAYIN, TEQEMENÎ Û BOMBEYÊN LI MÛSILÊ 50 MILYON DOLAR PÊWIST E

    Ji aliyê din ve Fermandariya Karûbarên Paqijkirina Mayinan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji bo paqijkirina mayin, teqemenî û bombeyên ku li Mûsilê û derdora Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine çandin, pêwistî bi 50 milyon dolaran û 5 hezar xebatkaran heye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    Rûsya: Em bi endîşe ne ku DAIŞ li Efxanistanê bandora xwe zêde bike
    Artêşa Tirk: DAIŞ xwe amade dike ku ji El Babê vekişe
    Barzanî: Ez bawer nakim DAIŞ li Sûriye û Iraqê xelas bibe
    Nûnerê NY yê li Iraqê: DAIŞ wê di demeke kurt de li Iraqê biqede
    DAIŞ 3 bîrên petrolê da ber êgir
    Trump: "Dema em ji Iraqê vekişiyan me petrol standibûna wê DAIŞ nebûna"
    Etîketan:
    DAIŞ, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Efxanistan, Mûsil, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de