21:37 24 Mijdar 2017
Zindî
    Elî Xemaney

    Xemaney: "Trump rûyê Amerîka yê rasteqîn nîşan dide"

    © REUTERS/ leader.ir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2041

    Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney di axaftina xwe de ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rûyê rasteqîn ê Amerîkayê nîşan dide.

    Li gorî nûçeya malpera Xemaney a rêberê olî yê Îranê di axaftina xwe ya li Tehranê digel berpirsên leşkerî yên artêşê de gotin.

    Xemaney di axaftina xwe de got: "Îran ev 30 sal in dibêje Amerîka dejenere bûye û Donald Trump jî van gotinên Îranê rast derdixîne."

    ‘TU NEYAR NIKARE GELÊ ÎRANÊ FELÇ BIKE'

    Rêberê olî yên Îranê Elî Xemaney di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tu neyar nikare gelê Îranê felç bike. Trump dibêje ‘bila ji min bitirsin'. Na. Gelê Îranê wê di 10ê Sibatê de (Roja bîranîna şoreşa Îranê) wê bersivê bide û li hemberî van tehdîdan dê sekna xwe nîşan bide."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Xemaney: "Ji xeyrî Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe"
    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn
    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne
    Efserekî Artêşa Îranê li Iraqê hat kuştin
    Etîketan:
    Reberê olî yê Îranê, Donald Trump, Elî Xemaney, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de