03:15 25 Mijdar 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Komara Îranê Seyyid Riza Salihî Emîrî diyar kir ku ew li Îranê bi komên olî re di nava aşitiyê de dijîn û got, "Derfeteke zêrîn e ku ol û netewên cuda li Îranê dijîn û welatê me bi vê yekê serbilind e."

    Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Komara Îranê Emîrî li Tehranê bi komên olî yên cuda re civiya û got, "Ji bo me li Îranê hebûna netew û olên cuda wek keskesorê ye."Riza Emîrî wiha berdewam kir: "Em naxwazin peyva kêmarê bi kar bînin. Her Îranî perçeyekî vî welatî ne û li Îranê cudakarî tune ye."

    Emîrî diyar kir ku li Îranê gelek netew dijîn û got, "Kurd, Tirk, Belûç, Mazenî, Gilek, Lor, Bextiyarî hemû perçeyên vî welatî ne. Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn. Azerî ev 3 sal in li ser vê axê dijîn. Ereb beriya Îslamê li ser vê axê dijiya."

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku li tevahiya Îranê zêdetirî 7 milyonan kurd dijîn û her wiha bi fermî eyaleteke bi navê Kurdistanê heye.

    Bi heman mijarî:

    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    ‘Rûsya ji rageşiya navbera Amerîka-Îranê gelek aciz e'
    Efserekî Artêşa Îranê li Iraqê hat kuştin
    Kurdên Îranê ji ber bêkarî û xizaniyê organên laş ên xwe difiroşin
    Ji Trump bo Îranê: "Yekemîn dewleta terorîst e"
    Etîketan:
    kurd, Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Komara Îranê, Seyyid Riza Salihî Emîrî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de