16:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Li Wanê qeza

    Li Sêwasê tir li wesayîta şagirtan qelibî: 19 birîndar

    © Foto: http://img.sondakika.com/haber/368/7962368_60_m.jpg
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1121

    Li bajarê Sêwasê tir li wesayîta ku şagirt û mamsota têdebûn qelibî. Di encama qezayê de herdu ajovan, 7 şagirt, 5 mamosta û 5 karkerên gelemperî birîndar bûn.

    Li navçeya Sarikişla ya Sêwasê tira ku ajovanê wê Salih Duman bû li rêya navbera Sêwas û Kayseriyê de li wesayîta şagirt û masmostayan qelibî ku ajovanê wê İdris Cesur bû qelibî. Di encama bûyera qezayê de Duman, Cesur, 7 şagirt, 5 mamosta û 58 karkerên gelemperî birîndar bûn.

    Herwiha di encama bûyera qezayê de hinek birîndarên ku di wesayîtê de asê mabûn ji terefê tîmên agirkuj ên Şaredariya Sarikişlayê ve hatin deranîn. Birîndarên bûyera qezayî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Sarikişlayê û li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê rewşa birîndar baş e.

    Hat ragihandin ku bûyera qezayê ji ber hebûna mij û seqegirtina rê pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Şagirtê pola 4a ya tibê bi qezaya înşaatê jiyana xwe ji dest da
    Li Rihayê qezaya zincîrî: 2 jê giran 23 birîndar
    Li Sêwazê qezaya trafîkê: 34 birîndar
    Di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Qezaya Trênê: 55 kes jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Li Sêwasê qezaya trafîkê, Nexweşxaneya Dewlet a Sarikişlayê, İdris Cesur, Salih Duman, Sêwas, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de