21:24 24 Mijdar 2017
Zindî
    Nabi Avci

    Nabi Avci bi hevkarê xwe yê îsraîlî Yariv Levin re hevdîtin pêk anî

    © Flickr/ World Humanitarian Summit
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1210

    Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê Nabi Avci di serdana xwe ya Îsraîlê de bi hevkarê Yariy Levin re hevdîtin pêk anî. Avci yekemîn wezîr e ku piştî bûyera 2010an a Mavi Marmarayê serdana Îsraîlê dike.

    Ala Îsraîl û Tirkiyeyê
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Nabi Avci di çarçoveya normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê serdana fermî kir û li Telavîvê bi Wezîrê Turîzmê yê Îsraîlê Yariy Levin re hevdîtinek pêk anî.

    Hevdîtina herdu wezîran a li Navenda Kongre ya TLV nêzî 30 deqîqeyî domand. Avci yekemîn wezîrê tirk e ku piştî bûyera Mavi Marmara ya sala 2010an serdana Îsraîlê dike.

    ‘EM Ê KANALÊN DIYALOGÊ VEKIRÎ BIHÊLIN'

    Wezîr Avci piştî hevdîtinê bi hemkarê xwe Levin re civîneke çapemenî li dar xist û di axaftina xwe de got: "Sala borî 260 hezar îsraîlî serdana welatê me kirin. Ji bo ku em vê reqemê derxînin 600 hezarî tu astengî tuneye. Ji bo em pêşiya karsazan vekin em ê kanalên diyalogê vekirî bihêlin."

    Di 31ê Gulana 2010an de hêzên ewlehî yên Îsraîlê êrişî keştiya Mavi Marmara ku alîkariya însanî dibir Xezzeyê û di encama êrişê de 10 welatiyên Tirkiyeyê hatibûn kuştin û têkiliyên herdu welatan têk çûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Derket holê ku Tirkiye û Îsraîl demeke dirêje hevdîtinên veşartî dikin
    Dibe di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevkariya leşkerî û parastinê were rojevê
    Hevdîtina Wezîrên Enerjî yên Tirkiye û Îsraîlê dest pê kir
    Etîketan:
    Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê, Wezîrê Turîzmê yê Îsraîl, Têkiliyên Tirkiye û Îsraîle, Yariy Levin, Nabi Avci, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de