15:03 21 Mijdar 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad di derbarê Trump de daxuyanî dan

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got, "Ger mijara sereke ya Serokê Amerîkayê Donald Trump têkoşîna li dijî DAIŞê be, ev tiştekî hêviyê dide lê ji bo payînê dem hêj zû ye." Esad her wiha ev tişt anîn ziman, "Ger Amerîka û Rûsya di têkoşîna li dijî radîkala îslamî de hevkariyê bikin wê bandoreke erênî li şerê terorîzma li Sûriyeyê bike."

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad li Şamê bersiv da pirsên rojnamegerên Belçîkayê û hevdîtinên Astanayê, rewşa dawî ya qeyrana Sûriyeyê, binpêkirinên agirbestê û guhertinên dibe ku piştî hatina Donald Trump di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞê de pêk werin, nirxand.

    Esad derbirî ku daxuyaniyên Trump ên him di pêvajoya kampanyaya hilbijartinan de him jî piştî hilbijartinan kut ê digot mijara wî ya sereke wê têkoşîna li dijî DAIŞê be, hêviyê didin û wiha berdewam kir: "Tişta di nava van 6 mehên vê dawiyê de dixwest jî, jixwe ev bû. Ji ber vê yekê jî ev hêviyê dide me. Divê em bipên, ji bo derketina encamekê dem hêj zû ye. Dibe di navbera Amerîka û Rûsyayê de hevkariyek hebe. Em difikirin ku wê va yeka Sûriyeyê jî di nav de ji bo cîhanê erênî be. Wek min got, ji bo biryarê dem hêj zû ye.`

    ‘HEVPEYMANA BI PÊŞENGTIYA AMERÎKAYÊ OPERASYONEKE KOZMETÎK E'

    Ji aliyê din ve Esad rexneyên giran li operasyonên hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê girt û got, "Ez ê ji we re bi dilsozî bibêjim, hûn behsa tevkariya li operasyonên li dijî DAIŞê dikin lê operasyoneke li dijî DAIŞê tune ye. Ger ku em behsa tifaqa Amerîka ya li dijî DAIŞê dikin, ev jî tenê operasyoneke kozmetîk e." Esad derbirî ku operasyonên ku hevpeymanê bêyî destûra wan dane destpêkirin û didomîne deryaseyî ne.

    ‘DI HEMAN DEMÊ DE NIKARIN HIM XERA BIKIN HIM JÎ ÇÊBIKIN'

    Esad helwesta YE û NATOyê ya di derbarê Sûriyeyê de rexne kir û got, "Di heman demê de niakrin him xera bikin him jî çêbikin. Di warê serweriya Sûriyeyê de divê pozisyoneke vekirî hebe û divê dev ji piştgiriya terorîstan berdin."

    ‘MALBATA MIN NE XWEDIYÊ VÎ WELATÎ YE'

    Esad li ser rêveberên vê dawiyê yên Sûriyeyê, ku ji malbata Esad in, ev tişt gotin: "Em ne xwediyê vî welatî ne, malbata min ne xwediyê vî welatî ye. Dibe ku ev bi tesadufî pêk hatibe. Ji ber ku tu mîratgirekî Serokdewlet Esad tune bû. Ew mir, ez hatim hilbijartin. Têkiliya wî bi hilbijartina min tune ye. Gava ku ez serok bû di hikûmetê de tu peywira min tune bû. Ger ku bixwesta ez bibim mîratgir wê ez bianiyama cihekî û wê berpirsyarî bida min. Ya rast tu berpirsyariya min tune bû. Weke ku çapemeniya welatên Rojava ji bom in dibêje, "mîratgirê bavê xwe bû' an jî ‘bavê wî ew anî vê pozisyonê', na tiştekî wisa tune ye. Xwediyê Sûriyeyê gelê Sûriyeyê ye û mafê her Sûriyeyî heye were vê pozisyonê."

     

    Bi heman mijarî:

    Şanda Rûsî ji bo hevdîtina bi Esad re çû Şamê
    Beşar Esad dema efûya ji bo mixalîfan dirêj kir
    Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad bi sanayîkaran re hat ba hev
    Parlamenterê sûrî: ‘Erebistana Siûdî bo em ji Esad veqetin pere pêşniyarê me kir'
    Endama Kongreya Amerîka ya bi Esad re axivî: Divê em diyalogê deynin
    Tirkiye: Cihê Esad di Sûriyeya siberojê de tine
    PYD: Divê Esad di qonaxa veguhêz de li ser desthilatê bimîne
    Etîketan:
    dayîn, daxuyanî, Serokdewletê Sûriyeyê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Beşar Esad, Şam, Sûriye, Belçîka, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de