14:02 24 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    ‘Ocalan dixwaze têkeve dewrê'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24123

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê derbarê PKK û YPGê de wê dosyayekê pêşkêşî Serokê Amerîka Donald Trump bike.

    Abdulkadir Selvi di gotara xwe de got. "hikûmet derbarê PKK û YPGê de wê dosyayekê pêşkêşî Trump bike. Gelo di vê pêvajoyê de Îmralî cih digire? Ev demeke hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan hatine rawestandin, Ocalan dixwaze têkeve dewrê."

    Li gorî zanyariyan hikûmet berî hevdîtina yekemîn a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dosya PKK û YPGê amade kiriye.

    DIBE DI MEHA NÎSAN Û ADARÊ DE PÊŞVEÇÛNÊN NÛ BIQEWIMIN

    Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Ji bo ku heta niha hevdîtinek bi Serok Trump re nehatiye kirin Enqere pozîsyona xwe ya seknê didomîne. Lê ji aliyekî din ve jî ji bo tekoşîna PKKê amadehiyên xwe yên biharê dike. Armanc wekî Operasyona Mertalê Firatê ya li Sûriyeyê li Iraqê jî peydekirina hêzeke mayînde ye. Di van pêvajoyan de gelo Ocalan cih digire? Ev demeke hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan hatine rawestandin. Ocalan dixwaze têkeve dewrê. Lê pêvajo ne mûsaid e. Niha ne diyalog konsepta şer sepan e. Ji bo vê Ocalan di vê pêvajoyê de ne hevkêş e. Têkiliyên PKKê yên li Iraq û Sûriyeyê bi Amerîka û hêzên navneteweyî re Ocalan jî derbas dike. Piştgiriya Amerîka ya ji bo YPGê hevsengî serobino kirin. Di meha nîsan û adarê de dibe pêşveçûnên nû biqewimin. Bandora herî zêde jî ku li pêvajoyê bike têkilîdanîna bi rêvebiriya Trump re ye."

    Bi heman mijarî:

    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"
    Selvi: "Jinekê êrişkarê Reînayê îxbar kir"
    Selvi: "Qatilê Karlov 7 caran Erdogan û Davutoglu parastiye"
    Selvi: "DAIŞê plana suîqesta Kiliçdaroglu kir"
    Selvi: "Hinek wezîr dixwazin Amerîkayê ji Baregeha Încîrlîkê derxînin"
    Etîketan:
    Rêvebiriya Trump, YPG, PKK, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de