15:07 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ji Fetullah Gulen nifirên nû

    ‘Gulen, derbe wê bêxwîn pêk were'

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7110

    Îtîrafkarê FETO/PDYê Haluk S. bi sifetê ‘xwedî agahî' di çarçoveya lêpirsînê de îfade da Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê. Li gorî Haluk S. Fethullah Gulen gotiye: "Wê derbeya leşkerî bêxwîn be."

    Îtîrafkarê FETO/PDYê yê mahreme îmam Haluk S. di çarçoveya lêpirsîna rêxistina FETO ya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) de îfade da Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê û bû îtîrafker. Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi sifetê ku ‘xwedî agahiyê' serî li îfadeta Haluk S. da.

    Haluk S. di îfadeya xwe de got: "Piştî ku di sala 1993an de min Fakulteya Hiqûq a Enqereyê qezenç kir ez wekî berpirsê şexsî yên şagirtên leşkerî hatim wezîfedarkirin. Rêxistinê li Enqereyê min li maleke xwe bi cih kir. Hetanî 2014an li Îzmîrê di nava heyeta mûtevelî de mam."

    Haluk S. di berdewamiya axaftina xwe de got: "Careke bi hevdîtineke min bi îmaman re wekî peyva ‘Kengî kulîlk şiyarbûn wê demê bihar hatiye' dema îmaman got ‘Kulîlk şiyar dibin bihar gelekî nêz e' ez pir tirsiyam. Bi min re jî baweriyeke ku endamên rêxistinê yên ku di nava yêkînên leşkerî de mezin bûne bi derbeyeke bêxwîn wê rêvebiriyê têxin destê xwe çêbû. Dema di salên 90î de di rojnameyan de peyvên derbe wê bi xwîn an bêxwîn be derdiketin, Gulen di civînên qata 5an de digot: "Derbe wê bêxwîn û çêbibe."

    Bi heman mijarî:

    Pîlotê ku Enqere bombebaran kir : "Me bi Gulen re hevdîtin pêk anî"
    Serokwezîrê berê yê Tirkiyê: Ez li ser fermana Serokwezîr, bi Gulen re axivîm
    Min Fethullah Gulen bire Amerîkayê
    Daxuyaniya Pûtîn a Fethullah Gulen Enqere kêfxweş kir
    Ji Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn daxuyaniya Fethullah Gulen
    Etîketan:
    FETO/PDYê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Haluk S, Fethullah Gulen, Îzmîr, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de