03:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘Hedefa DAIŞê walî û qeyûm bûn'

    © AP Photo/ Mohammad Hannon, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Di operasyona berfireh a li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de hejmara kesên binçavkirî gihîşte 748 kesan. Li gorî îdîayan DAIŞê walî û qeyûm xistine hedefa xwe.

    Li gorî îdîayan rêxistina terorîst a DAIŞê di plana çalakî ya Tirkiyeyê de walî, qeyûmên ku hatine tayînkirin û hinek kesên ku bi nasnameya xwe ya îslamî têne naskirin xistine hedefa xwe.

    Hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê di operasyonên çend rojên borî de 748 gumanbarê DAIŞî binçav kiribûn. Li gorî zanyariyên îstîxbaratî, rêxistina terorîst walî, qeyûm û hinek çalakiyên sofîstîke xistibûn hedefa xwe.

    DAIŞ LI TOLHILDANA EBÛ HALID URDÛNÎ DIGERE

    Li gorî nûçeya Helin Şahina rojnameya Haberturkê ku ji hêzên ewlehî hatine wergirtin, DAIŞê walî, qeyûm û hinek kesên ku bi nasnameya xwe ya Îslamî têne naskirin xistin hedefa xwe. Rêxistina terorîst ev biryara xwe ya sansasyonel jî wekî tolhildana Ebû Halid Urdûnî ku hefteya borî li El Babê hatibû kuştin da. DAIŞê piştî kuştina waliyê sonda tolhildanê da û li Tirkiyeyê hinek planên suîqest û çalakiyan amade kir.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: DAIŞ xwe amade dike ku ji El Babê vekişe
    Trump: "Dema em ji Iraqê vekişiyan me petrol standibûna wê DAIŞ nebûna"
    DAIŞ 3 bîrên petrolê da ber êgir
    Economîst: "DAIŞ, gengeşiya Tirkiyeyê ji bo berjewendiya xwe bikar tîne"
    Artêşa Tirkiyeyê: Balafirên Rûsyayê li El-Babê DAIŞ bombebaran kir
    Etîketan:
    DAIŞê walî û qeyûm xistin hedefê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebû Halid Urdûnî, Helin Şahin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de