14:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    cerdevan

    25 hezar cerdevanên ciwan têne wergirtin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5501

    Li bajarên kurdan 18 hezar û 66 cerdevan hatin teqawûtkirin. Li şûna cerdevanên ku hatine teqawûtkirin dê 25 hezar û 316 cerdevanên nû werin wergirtin.

    Di çarçoveya biryarnameya hukmî ya serokwezîrtiyê de navê cerdevanên gundan ê demkî hat guhertin û gelek mafên nû dane wan. Navê cerdevanan ê nû bû ‘parêzvanên ewlehî'.

    Bi guherîna qanûna nû ji 47 hezar û 510 cerdevanan 18 hezar û 66 kesên emrê wan di navbera 45-50 de hatin teqawûtkirin. Li şûna yên teqawûtbûyî dê yê nû werin wergirtin. Herwiha dê 7 hezar û 250 cerdevanên nû werin îstîhdamkirin.

    Li gorî nûçeya Mehmet Kayahanê rojnameya Haberturkê, hejmara cerdevanan wê derxînin 54 hezar û 760 kesî. Emrê ‘parêzvanên ewlehî' ku werin girtin wê ji 22an ne kêmtir û ji 30î ne zêdetir û emrê cerdevanên dildar jî wê ji 37an ne zêdetir be.

    Li gorî planê tê hedefkirin ku emrê cerdevanan daxînin 31ê. Serokê Konfederasyona Malbatên Şehîd û Cerdevanên Gundan Ziya Sozen di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo meaşê cerdevanan bibe wekî yê karmendên gelemperî me bi Wezîrê Navxweyî re hevdîtinek pêk anî. Em bi hêvî ne ku Wezareta Navxweyî di warî de bersiveke erênî bide me.

    Bi heman mijarî:

    Herî kêm 5 hezar cerdevan wê werin zêdekirin
    Li Geverê şer: 3 cerdevan mirin
    Karayilan: Beriya niha gelek eşîr û gund ji ber şaşîtiyên me û nezaniya xwe bûn cerdevan
    Li Sêrtê şer: 2 cerdevan mirin û 2 jî birîndar bûn
    Li Çewlikê teqîn: 2 cerdevan birîndar bûn
    Etîketan:
    Cerdevanên nû têne wergirtin, Serokê Konfederasyona Malbatên Şehîd û Cerdevanên Gundan, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê, Ziya Sozen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de