21:24 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cîwarbûna Îsraîlê li ser erda Filîstînê

    Parlamena Îsraîlê yasaya cîwarbûnê pesend kir

    © AP Photo/ Mahmoud Illean
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1620

    Parlamena Îsraîlê pêşniyar qanûna ku ji bo niştecihên Cihû li ser erdên Filîstînê tapoyên cîwarbûnê dide pesend kir.

    Qanûna mijara nîqaşan li beramber 52 dengan bi 60 dengan hat pesendkirin ku rayedarên Filîstînî vê yasayê wekî ‘rewakirina diziya erdan' bi nav dikin.

    NETANYAHÛ: ME AMERÎKA AGAHDAR KIRIYE

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li dema dengdanê ji Brîtanyayê vegeriya û da xuyakirin ku wan Amerîka derbarê yasayê de agahdar kiriye.

    ‘YASAYA CÎWARBÛNÊ AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ TÊK DIBE'

    Rêxistina Rizgarîxwaza Filîstînê li ser pesendikirina yasaya cîwarbûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Hewildana Îsraîlê ya cîwarbûnê, aştiyê û derfeta çareseriya du dewletî têk dibe."

    Wezîrê Zanist û Teknolojiyê yê Îsraîlê Ofir Kunis jî bal kişand ser nivîsarên dîroka Cihûyan û îdia kir ku Şerîaya Rojava jî di nav de hemû erdên rewa yên Îsraîlê ne.

    ‘ÎSRAÎL DEST JI FILÎSTÎNIYAN Û DIZIYA ERDÊN WAN BERNADE'

    Ji aliyê din ve rêxistinên mafên mirovan li dijî vê qanûna mijara nîqaşan derdikevin. Dezgeha Îsraîlî B'Tselem bi daxuyaniyekê qanûna cîwarbûnê şermezar kir û got, ‘Biryar îsbat dike ku nîyeta Îsraîlê nîne dest ji kontrolkirina Filîstîniyan û diziya erdên wan berde.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Juncker: Pêwîste YE rola xwe ya bi îdia bêyî Amerîkayê jî bidomîne
    Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir: 2 kes birîndar bûn
    Google, Facebook, Apple û Twitter jî dijî biryara Trump derketin
    Pisporê Rûsî: Dê Tirkiye zû dereng terka erdên dagirkirî yên Sûriyê bike
    Li Tirkiyê 3 kes ji 'heqareta serokomar' hatin girtin
    Rûsya: Divê NY li ser veşartina dermanan daxuyaniyê bide
    Etîketan:
    Yasaya Cîwarbûnê, Cîwarbûna Îsraîlê li ser erda Filîstînê, Filîstîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de