11:03 21 Mijdar 2017
Zindî
    Belgeyên DAIŞê

    Spûtnîk lîsteya wesayîtên DAIŞê belav dike

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4001

    Spûtnîkê belgeyên artêşa Iraqê ku di penaheke DAIŞê ya herêma Nînowayê de bi dest xistiye û tê de lîsteya wesayîtên milîtanên DAIŞê bikar tînin heye, belav kir.

    Di belgeyan de markeyên wesayîtan, reng, model, taybetiyên teknîkî, cihê bikaranînê û heta navên ajovanên wan jî hene.

    HERÎ ZÊDE CUREYÊN PICKUP'AN POPULER IN

    Di belgeyan tê xuyakirin ku wesayîtên herî populer ên terorîstan markeyên ‘Pickup Double', ‘Nissan', û ‘Kia' ne.

    Hat zanîn ku terorîst wan wesayîtan ji bo armancên leşkerî, barkirina petrolê û kelûpelên din bikar tînin û herwiha ji bo rêveberên paye bilind jî wesayîtên taybet hene.

    RÊVEBER WESAYÎTÊN TAYBET BIKAR TÎNIN

    Milîtanên DAIŞê wan wesayîtan yan wek ‘xenîmeta şer' yan ji kesên dîl girtine yan jî ji penaberan û niştecihên herêmên kontrol kirine bi dest xistine.

    Di demên dawî de xuya dibe ku êdî terorîst ji bo ji aliyê balafiran ve neyên dîtin, cureyên wesayîtên xwe diguherînin.

    TERORÎST HERÎ ZÊDE MOTORSIKLETAN BIKAR TÎNIN

    Niha herî zêde di nav terorîstên DAIŞê de motorsiklet tê bikaranîn. Piştî têkçûna terorîstan a li newala Nînowayê gelek terorîst bi rêya motorsikletan reviyabûn eyaleta Enbar a Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê gundên Efrînê topbaran dike
    Walîtiya Colemêrgê: Rêvebirekî PKKê hat binçavkirin
    Balafirên tirk herêma Xinerê bombebaran dikin
    Guhertina 100 salan ya jinên filistînî û îsraîliyan
    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne
    Etîketan:
    Mûsil, Nînowa, Iraq, Belgeyên DAIŞê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de