23:49 20 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov bersiva Trump da: Ti têkiliya Îranê bi terorê re nîne

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2010

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, gotinên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê Îranê de şirove kir û diyar kir ku ti têkiliya hikumeta Tehranê bi komên terorîst yên wekî DAIŞ, Fetih el Şam (bi navê berê el Nûsra) û hwd. re tune ye.

    Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Delcy Rodriguez re li Moskowê hatin ba hev û piştre civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xistin. Di dema civînê de rojnamevanan ji Lavrov xwestin ku axaftina Trump ya derbarê Îranê ya wekî ‘welatê yekem ya terorîst'  şirove bike.

    Lavrov amaje kir ku ‘Nehatiye dîtin ku Îran bi DAIŞ, Fetih el Şam û komên terorî yên di lîsteya Konseya Ewlehiyê ya NYyê hevkarî kiriye.'

    ‘DIVÊ ÎRAN DI CEPHEYA LI DIJÎ TERORÊ DE YA NAVNETEWEYÎ DE BE'

    Lavrov di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku Îran li ser daxwaza Şamê ji ser komên çekdar şerê DAIŞê kiriye û daxwaza Rûsyayê ya bo avakirina cebheya têkoşîna li dijî terorê ya navneteweyî kir. Herwiha xwest ku hikumeta Tehranê jî beşdarî vê cepheye bibe.

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Em wek Trump nafikirin ku Îran welatekî terorîst e
    ‘MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtin kirin'
    Ji Trump bo Îranê: "Yekemîn dewleta terorîst e"
    Serokê El Qaîdeya Yemenê ji bo Trump: Dînê nû yê Koşka Spî
    Etîketan:
    eleqe nîne, civîna hevpar, şerê li dijî daişê, sergey lavrov, moskow
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de