04:55 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Sûriyeyê li Helebê li ber dêreke kevin

    'Şam û Enqere li ser Helebê lihev kirin'

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6510

    Leşkerên Sûriyê di çend rojên dawî de baş nêzîkî leşkerê Tirkiyê bûye û çend gund li herêma Helebê rizgarkirye. Ev gund beriya niha ji aliyê leşkerê Tirkiyê û hevalbendên wê yên ji opozisyona Sûriyê ve dihatin kontrolkirin. Li gorî nêrîna endamên Encûmana Şêwirmendan a Rûsyayê, bi taybetî bi saya Moskowê ev encam hatiye bidestxistin.

    Cîgirê yekem yê serpereştê Komîta Encûmana Şêwirmendan jibo pirsên bergirî û asayişê Franz Klintsevîch di hevpeyvîna bi Sputnikê re ragihand ku Rûsya çalakiyên Tirkiyê û Sûriyê li Helebê koordîne dike. Bi taybetî ev yek dihêle ku gelacî û şer di navbera herdû aliyan de çênebe. Klintsevîch got ku "Em kar li xaka Sûriyê dikin û em nikarin koordînasyonek wisa nekin. Em derbarê hemû biryaran lihevdikin. Ev karekî ne hêsane, lê bi encam e."

    'DI NAVBERA ALIYAN DE HEVKARÎ HEYE'

    Leşkerên Sûriyê di çend rojên dawîn de pêşveçûna xwe bi aliyê bakurê-rojhilatê Helebê ve berdewam dike û nêzîkî wê xakê bûye ku di bin kontrola leşkerê Tirkiyê û leşkerê Artêşa Sûriyê yê Azad de ye. Ji bilî wê, leşkerê Sûriyê çend gund jî li vê deverê rizgarkirye. Leşkerê Tirkiyê û hevalbendên ji opozisyona Sûriyê berê ev gund ji destê têrorîstên DAÎŞê rizgarkirbûn. Ev yek dide xuyakirin ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji aliyekî ve û Rûsya û Sûriyê ji aliyekî din ve hevkariyek di vî warî de heye.

    'TIRKIYE DERBASÎ NAV XAKA SÛRIYÊ BIBÛ'

    Weke tê zanîn Enqere ku di meha tebaxê de di çarçova opêrasyona 'Mertalê Feratê' de hêzên xwe derbasî nav xaka Sûriyê kiribû, ji destpêkê ve derbarê armanca xwe de ji tekoşîna bi rêxistinên têrorîstî re ragihandibû. Di nerîna desthilata Tirkiyê de, Yekîneyên Parastina Gel (YGP) jî têrorîstin.

    'TIRKIYÊ PIŞTGIRIYA ARTÊŞA AZAD DIKE'

    Pêwendiyên di navbera Şam û Enqerê de ji meha Adara sala 2012an ve hatibûn birîn. Di dema şerê Sûriyê de gelek caran bûyerên li ser erdê û li ezmên di navbera herdû welatan de çêbibûn. Di opêrasyona 'Mertalê Feratê' de jî leşkerê Tirkiyê piştgirtiya Leşkerê Sûriyê yê Azad dike ku dijî rêjîma Sûriyê şer dike.

    'ENQERE Û ŞAM NEÇAR IN BEHEV RE TÊKOŞÎNA TERORÊ BIKIN'

    Tev nakokiyên di navbera herdû aliyan de jî, niha Şam û Enqere neçarin bihevre tekoşînê bi têrorîstan re bikin. Pisporê Komeleya Siyasetmederên Leşkerî li Zankoya Aborî ya binavê Plekhanov li Moskowê siyasetmeder Oleg Glazunov got ku ev rewş divê jibo qezenca giştî bê bikaranîn.

    'TI SEBEB NÎNE KU ERDOGAN ŞERÊ ME BIKE'

    Pispor şirovekir ku 'di dema niha de Rûsya tenha hevbeşê Turkiyê ye. Welatên din yên ku bandorê li rewşa Sûriyê dikin, hevkariyê bi Enqereyê re nakin. Niha tu sebeb li ba Erdogan tune ku şerê me bike. Li gorî Erdogan, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî têrorîstin. Ji bilî wê, pêwîste bê bibîranîn ku li vir behsa xaka Sûriyê tê kirin. Heger em dixwazin yekitiya xaka Sûriyê biparêzin, leşkerê Turkiyê bi her hal dive ji xaka Sûriyê derkeve.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Rûsî ji bo hevdîtinên Sûriyeyê çû Astanayê
    Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Pûtîn û Nazarbayev encamên Astanayê nirxandin
    Etîketan:
    Komeleya Siyasetmederên Leşkerî li Zankoya Aborî Plekhanov, Artêşa Sûriye, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Artêşa Tirkiyê, YPG, Oleg Glazunov, Franz Klintsevîch, Şam, Enqere, Sûriye, Heleb, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de