05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    15 kes ji bo ku hevalê xwe bi sirûda kurdî şandin leşkeriyê hatin desteserkirin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2820

    Li navçeya Tarsusê ya bajarê Mêrsînê yê girêdayî Tirkiyeyê zarok jî di nav de 15 kes ji ber ku bi sirûda kurdî hevalê xwe ji bo leşkeriyê oxirkirin, hatin desteserkirin.

    Hat gotin ku kesekî bi navê O.E. yê ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê bi hevalên xwe re çû Otogara Tarsusê û hat diyarkirin ku piştî ku O.E. li otobusê siwar bû, komeke hevalên wî bi îşaretên serfiraziyê pêşî li otobusê birî û dest bi xwendina sirûda ‘Çerxa Şoreşê' ya kurdî kirin.

    Hat ragihandin ku piştî ku otobusa O.E. bi rê ket, wa koma hevalên wî xwestin belav bibin lê di demê de polîsan bi wesayitên zirxî dora wê koma ku piraniya wan zarok bûn dor pêç kir û 15 kes desteser kirin.

    Polîsan ew kesên ku desteser kirin, birin Şaxa TEMê ya Miduriyeta Ewlehî ya Tarsusê û Şaxa Zarokan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji bo strana Kurdî daxwaza 15 sal ceza'
    Zanîngeha Medipolê muzîka strana kurdî bi kar aniye
    Etîketan:
    desteserkirin, sirûda kurdî, Şaxa TEMê ya Miduriyeta Ewlehî ya Tarsusê, Tirkiye, Tarsus, Mêrsîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de