05:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanekî YPGê li bajarokê Eyn Îsayê de berî rojavayê

    Biryara Trump a rawestandina plana Reqqayê ya Obama, tê çi wateyê ji bo Rûsyayê?

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6120

    Washington Postê pênceşma borî îdia kiribû ku plana birêveberiya Obama ya operasyona Reqqayê ji aliyê tîma birêveberiya Trump ve hatiye rawestandin. Pisporên parastinê yên rûs nirxand bê çima Trump biryareke wiha daye û wateya vê biryarê çi ye.

    Rojnameya Washington Postê pêncşema borî nirxandinek weşandibû û îdia kiribû ku birêveberiya serokê DYAyê yê berê Barack Obama bi hefteyan li ser planekê xebitîbûn ta ku Reqqayê ji destê DAIŞê derxînin û piştî wê raberî birêveberiya serokê nû Donald Trump kiribû lê tîma Trump ev plan daniye qeraxekê û rawestandiye.

    Hatibû ragihandin ku sedema birêveberiya Trump plana Obama rawestandibû, ew e, difikirin ku zêde buha ye û rîskên wê zêde ne û hatibû bibîranîn ku gelek alternatîv li pêşberî Trump hene.

    Pisporên parastinê yên rûs, ev stratejiya navborî nirxand.

    "MODELA HELEBÊ DERDIKEVE PÊŞ"

    Wezîrê Parastinê yê nû yê Trump James Mattis "çend alternatîv di şûna yekê de pêşkêşî Trumpî kiribûn". Pisporê Parastinê yê rûs Vladimir Evseev ev mijar nirxand û diyar kir ku plana dawî ew e ku êrîşî bajarî nekin û wek stratejiya Sûriye û Rûsyayê li Helebê, rê li ber terorîstan bigirin ku nikaribin têkevin bajarî.

    Evseev diyar kir ku" Washington dê tercîhên xwe yên li Sûriyeyê di ber çavan re derbas bike û hevkariya xwe bi Rûsyayê re zêde bike" û got, yek ji vebijarkan ew e ku bajarê Reqqayê yê "paytexta" DAIŞê dihesibe bê blokekirin.

    Pisporê rûs ji medyaya Rûsyayê re axivî û wiha got: "Biryarên Trump di mijara Reqqayê de tên wê wateyê ku haya Trumpî jê çêbûye ku Obama rewşa qadê baş fêm nekiriye".

    Herwiha Evseev diyar kir ku ji ber kurd difikirin ku pêdiviya wan bi Reqqayê tine lewra ti plana wan a vegirtina bajarî tine lê rewş ji bo herêmên bakur ne wiha ye. Eseev teqez kir ku Rûsya û DYA navenedeke hevbeş ji bo şerê terorîzmê damezirînin, ew ê bibe xaleke guherîner di şerê li dijî terorîzmê de û wiha pê de çû: "Ev nêzîkatî dê bihêle ku kurdên Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyê bi hev re bajarê Reqqayê dorpêç bikin."

    "DIBE TÊKILIYÊN DYA Û TIRKIYEYÊ VENEGERIN WEK BERÊ"

    Hat teqezkirin ku ev ihtimal dikare rê li ber hindê veke ku Trump ji nû ve bi Tirkiyeyê re li hev bike lê her ku rêjeya piştgiriyê ji kurdan re zêde bibe, ew ê bi heman awayî zehmettir bibe ku têkiliyên DYA û Tirkiyeyê vegerin wek berê.

    Ji aliyê din ve, pisporê leşkerî yê rûs jî Ivan Konovalov fikireke wek wê fikirê anî zimanî. Konovalovteqez kir ku tekane rê li ber DYAyê heye û ew jî ku hevkariyê bi Rûsya û birêveberiya Şamê re bike.

    "MOSKOW GAVÊN PRATÎK JI WAHSINGTONÊ DIPÊ"

    Endamê Komisyona Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Baskê Jorîn ê Parlementoya Rûsyayê Îgor Morozovî di daxuyaniya xwe ji bo medyaya Rûsyayê de teqez kir ku Moskow gavên pratîk ji Washingtonê dipê ta ku hevkariya xwe bi pêş de bixe. Morozovî teqez kir ku Trump naxwaze operasyoneke wiha pêk bîne ku ji bo DYAyê gelekî buhda be.

    Bi heman mijarî:

    HSD: "17 terorîst hatin kuştin û gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin"
    HSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    HSD: "196 gund rizgarbûn û 650 terorîst hatin kuştin"
    HSD li Reqayê 5 gund rizgar kir
    HSD: Hevpeymana Navdewletî çekên pêşketî dane me
    Etîketan:
    operasyona Reqqayê, Vladimir Evseev, Barack Obama, Donald Trump, DYA, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de