18:02 23 Mijdar 2017
Zindî
    HSD - Talal Silo

    Berdevkê HSDê Silo: ‘Em dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6912

    Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk Talal Silo ragihand ku dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin, Berpirsê Fransayê ya PYDê Xalid Îsa jî eşkere kir ku dixwazin têkiliyên aştiyane bi welatên cîran re deynin.

    Hikmet Durgun

    Talal Silo ji Ajansa Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin û desten dostanî dirêjê Tirkiyeyê kir. Herwiha Silo got: ‘Em dixwazin jiyanek biratî bi Tirkiyeyê re bijîn, lê Tirkiyeyê ji me re baş nîn e. Tirkiye li pişt me diaxive û ji me re dibejin ew ne baş in, ew pîs in. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî dixwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş deyne.'

    ‘EM DIXWAZIN DI NAV TÊKILIYÊN AŞTIYANE DE BI CÎRANÊN XWE RE BIJÎN'

    Berpirsê Fransayê ya PYDê Xalid Îsa ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku bi welatên cîran re dixwazin têkiliyên baş deynin û wiha pê de çû: ‘Em dijminatiya tu kesî nakin. Heta niha Rêveberiya Federalîzma Demokratîk guleyek jî bi aliye Tirkiyeyê ve neavêtiye. Sînorê me bi Tirkiyeyê re heye. Em dixwazin di nav têkiliyên aştiyane û têkiliyên cîrantiyê de bijîn. Lê Tirkiye bi çevên neyartiyê li me dinêre.'

    ‘TIRKIYE AXA ME DAGIR KIRIYE'

    Îsa da zanîn ku Tirkiye hin axa wan dagirkiriye û got: ‘Em vê yekê gilî dikin. Divê Hêzên Navneteweyî bi taybetî jî Federasyona Rûsyayê û 4 endamên din ên Konseya Ewlehiya Navneteweyî rewşa dagirkirina Tirkiyeyê ji ber çevan re derbas bikin. Em beşek ji Sûriyeyê ne. Em wek sûrî qebûl nakin ku Tirkiye li ber çevên me axa me dagirbike.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka PYDê: Bê îradeya gel aloziya Sûriyê çareser nabe
    ENKS: Me li hevdîtinên Astanayê di derbarê PYDê de tiştek negot
    Şêwirmendê Hevserokên PYDê: Em dixwazin ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re pêştir bixin
    Kurtulmuş: Em li bendê ne ku DYA dest ji piştgiriya PYDê berde
    Çavuşoglu: Amerîka PYDê bixwaze Astanayê bila DAIŞê jî vexwîne
    PJAK serdana PYDê kir
    Kaynak: ‘Hevalbendê me hêj çekan dide PYDê'
    Etîketan:
    baş, ax, cîran, têkilî, dagirkirin, PYD, Sputnik, Talal Silo, Xalid Îsa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de