07:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    Asayîşa Rojava damezirandina Heşdî Şeibî û Feyleqa 5an nirxandin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7832

    Asayîşa Rojava rewşa hebûna Feyleqa 5an û ketîbeyên girêdayî Partiya Baasê û Heşda Şeibî ya Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku divê planeke nû were danîn û hêzên xwe li Qamişlo û Hesekê ji nû ve sazûman û bi rêk û pêk bikin.

    Di rûpela fermî ya Asayîşê ya Facebookê de vîdeoeyek hat belavkirin ku tê de birêveber û serhengên Asayîşa Rojavayê civiyane ta ku nirxandina hebûna Feyleqa 5an û ketîbeyên çekdar ên girêdayî Baasê û damezirandina Heşda Şeibî ya Sûriyeyê dinirxînin.

    Di vîdeoeyê de, birêvberê Asayîşê Ciwan Îbrahîm li gel çend birêveberên Asayîşê civiyaye û wiha dibêje: "Gerek rewşa rejîm û feyleqa 5an li Qamişlo û Hesekê were nirxandin. Em planeke nû li gorî wê deynin û bikarin hêzên xwe li Qamişlo û Hesekê ji nû ve sazûman û bi cih bikin û şêwazeke nû bidinê."

    Li gorî wê vîdeoyê tê teqezkirin ku dosyayên Feyleqa 5an, Heşdî Şeibî(Ya Sûriyeyê) ya ku Hikûmeta Sûriyeyê amadekariya damezirandina wan dike, hatine nîqaşkirin.

    "BÊTIRÎ 45 ENDAMÊN HEŞDÎ ŞEIBÎ HATIN GIRTIN"

    Herwiha di wê vîdeoyeyê de tê teqezkirin ku ew ê "cilik ji bin lingên van aliyan bê kişandin û planên wan ên wek rewrewkan dê negihên serî".

    Ji aliyê din ve, birêveberiya Ewlekariyê diyar kir ku bêtirî 45 endamên Heşda Şeibî û ketîbeyên Baasê hatine girtin

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa Rojava: Di sala 2016an de 45 teqîn pêk hatine
    Rêvebirê Asayîşa Koyê: Di teqînan de 7 kesan can da
    Asayîşa Rojavayê ji bo şewitandina alayê daxuyanî da
    Asayîşa Rojavayê, Radyoya Amûdê girt
    Asayîşa Silêmaniyê: Em ê destûrê nedin xwepêşandanan
    ROJAVA - Asayîşa Hesekê bang kir: "Hesekê niha ewle ye, vegerin warên xwe"
    Asayîşa Rojavayê 5 berpirsyarên PDK-Sê girtin
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Ciwan Îbrahîm, Qamişlo, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de