08:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    erdhej

    Li Çanakkaleyê bi mezinahiya 5.3ê erdhej pêk hat

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1721

    Li nêzî navçeya Ayvacik yê bajarê Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê bi mezinahiya 5.3 erdhej pêk hat.

    Li navçeya Ayvacikê di saet 13:58an de erdhej pêk hat. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awerte û Afetê (AFAD) ku girêdayê Serokwezîrtiya Tirkiyeyê ye mezinahiya erdhejê 5.3ê ragihand. Şahêdên erdhejê eşkere kirin ku erdhej li bajarê Îzmirê jî hatiye hîskirin.

    Îro sibê jî li heman herêmê erdhejek bi mezinahiya 5.5ê pêk hatibû û piştî vê 58 erdhejên biçûk pêk hatibûn. Li gorî zanyariyan li navçeya Ayvacikê hin mal û axûr ji ber erdhejê hilweşiya ne û 4 kes jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Deryaya Egeyê bi dijwariya 5.3 erdhej
    Li Bedlîsê bi dijwariya 3.5 erdhej
    Li Meletiyê erdhej çêbû
    Li Muglayê bi dijwariya 4.2 erdhej
    Etîketan:
    mezinahî, erdhej, AFAD, Çanakkale, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de