Li gorî Sohrê, Artêşa Sûriyeyê ji hêla başûrê El Babê ve êrîş dike û heta niha kariye derdora bajarî dorpêç bike.
Herwiha di heman çavkaniyê de wiha tê gotin: "Piştî têkçûna Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Mertala Firatê ku wan nekarîbû bi pêş de biçin û bajarokê Biza'ayê kontrol bikin, Artêşa Sûriyeyê bi pêş de çû û derdora bajarî kontrol kir.""NÛÇEYÊN MEDYAYA TIRKIYEYÊ, DÛRÎ RASTIYÊ NE"
Ji aliyê din ve, Birêveberê Sohrê Ramî Ebdurehman derbarê nûçeyên medyaya Tirkiyeyê yên behsa serkeftinên Artêşa Tirkiyeyê dikin de wiha got: "Eger em bi awayekî heöma lezgîn bihesibînin. Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka operasyona Babê ve, 3 hezar endamên DAIŞê kuştine. Lê ev gotin, têkiliya wê bi rastiyê re qet tine. Lewra ew dixwazin ji aliyê medyayê ve wiha nîşan bibin ku gelek endamên DAIŞê kuştine, lê heta vê kêlîkê şer û pevçûn li derdora El-Babê berdewam dikin û hîn nekariye têkeve bajarî, piştî ku Tirkiye têk çû û nekarî têkeve bajarî. Heta niha jî hewldana heye ku bajarokê Biza'ayê ya li rojhilatê El-Babê konrol bike."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)