17:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

    Hêza El-Nuxbe di operasyonên Reqqayê de beşdarî HSDê bû

    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 83 0 0

    Ji şêniyên Dêra Zorê 55 çekdarên Hêza El-Nuxbe ya Sûriyeyê di bin banê HSDê de tevlî pêngava sêyemîn a Operasyonên Xezeba Firatê bûn û di operasyona Rizgarkirina Reqqayê de cih digirin.

    Li gorî nûçeyeke ANHAyê Fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kirin ku 55 şervanên Hêza El-Nuxbeyê ku ji Dêra Zorê ne, di bin banê HSDê de cihê xwe di pêngava sêyemîn a Operasyonên Xezeba Firatê de digirin.

    Fermandarê Hêza El-Nuxbe ya Sûriyeyê Mihêdî Ehmed Cêla jî di derbarê armanca xwe ya tevlîbûna pêngava sêyemîn a Operasyonên Xezeba Firatê de got: ʺGelê Dêra Zorê ji destê çeteyên DAIŞê gelek zulim û zordarî dîtine. Em ji bo hilanîna tola gelê xwe li vir in. Hêza herî mezin a ku li dijî DAIŞê şer dike hêza HSDê ye. Ji ber vê yekê me bi wan re hemahengî danî, da ku em tola gelê xwe ji wan çeteyan hilînin.ʺ

    Bi heman mijarî:

    HSDê derbarê hemleya 3yemîn ya bo kontrol kirina Reqqayê de daxuyanî da
    Berdevkê HSDê Silo: "Pêvajoya operasyona Reqqa ya 3yemîn di nêz de destpê dike"
    Muxalîfên Sûriyeyê amedekariya ku bi HSDê re bikevin Reqqayê dikin
    Pentagonê dayîna wesayîtên zirpoşî bo HSDê piştrast kir
    DYAyê navgînên zirxî yên pêşketî dan HSDê
    Ilham Ehmed: Herêmên herî ewle, yên di bin kontrola HSDê de ne
    Karayilan: Heke ku ji HSDê re bihiştana wê di hefteyekê de Bab rizgar bûba
    'Emîrekî DAIŞê li Minbicê xwe radestî HSDê kir'
    Etîketan:
    beşdarbûn, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD), DAIŞ, Fermandarê Hêzên El-Nuxbe yên Sûriyeyê, Mihêdî Ehmed Cêla, Sûriye, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de