14:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    HSD-şervanên hsdê

    HSD: "17 terorîst hatin kuştin û gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin"

    © Sputnik/ Hîkmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3610

    Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro berê sibehê gundê Bîr Saîd ê Reqqayê hat rizgarkirin û 17 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Di Operasyona Rizgarkirina Bajarê Reqqayê de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Bîr Saîd ê girêdayî Reqqayê ji terorîstên DAIŞî rizgar kirin. Di pevçûnên derdora gundê Bîr Saîd ku ji duhî ve qewimîn de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin û herwiha kelaxê 17 milîtanên terorîst jî ketine destê şervanan.

    Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê di roja xwe ya 3yemîn de bi hemû hêza xwe didome. Li gorî agahiyên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî şerekî dijwar ku ji duhî ve didomiya, îro seet di 06.00an de gundê Bîr Saîd ji terorîstan hat rizgarkirin. Şervanan piştî rizgarkirina gund dest bi xwebatên paqijkirina mayîn û bombeyên destçêkirî kirin û di encamê de 50 mayînên DAIŞê hatin bê pûçkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, şervanan di şerê rizgarkirina gundê Bîr Saîd de 10 keleş, 43 carcur, 3 BKC, 3 B7, dûrbînek, bêtelek destan, 10 guleyên hawanê, 7 bombêyên destan, 8 gulê B7, 800 fîşekê BKC jî desteser kirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    HSD û Caferî ji bo federasyonê devjeniyê dikin
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    HSD: "196 gund rizgarbûn û 650 terorîst hatin kuştin"
    Etîketan:
    17 terorîst hatin kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de