05:02 24 Mijdar 2017
Zindî
    PKK - KCK - Abdullah Ocalan - Qendîl

    KCKê ji bo referandûma li Tirkiyê daxuyaniyek da

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19750

    Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê referandûma serokatiyê ya li Tirkiyê got ku ‘Ji bo Kurdan gotina na ya li dijî destûrê, tê wê wateyê ku Kurd ji hemû destûran re ku Kurdan û hemû nasnameyan red dkin û her wiha ji destûra sîstema mêtinger a qirker re dibêjin na'.

    Li gorî nûçeya ANHAyê, Konseya Rêveberiya KCKê civîna xwe ya meha Çile lidar xist û piştî wê daxuyaniyeke nivîskî derbarê vê civînê de belav kir. KCKê di civînê de li gel mijarên li Rojava, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêvajoya referandûma serokatiyê ya li Tirkiyê jî nirxandiye. KCKê di daxuyaniya xwe de derbarê vê mijarê de balê dikişîne ser kampanyeya ‘NA'yê û wiha got:

    'HELWESTA NA YÊ PIR GIRÎNG E'

    Li dijî sîstema seroktiyê nîşandana helwestê û têkoşînê pir girîng e ku desthilatdariya AKP-MHPê bi wê dixwazin êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê bi qirkirinê temam bikin û bînin asteke dîtir,. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî êrîşên bi mebesta qirkirinê ya ku bi sibatê re wê dest pê bike û yekkirina vê ya bi helwesta ‘NA' re ya ku wê ji encama referandûmê derbikeve pir girîng e. Li ser vê bingehê pêvajoya referandûmê veguhere têkoşîna demokrasiyê, ji vê hêlê ve derbek li desthilatdariya AKP-MHPê were xistin, ev weke parçeyekî girîng ê têkoşîna serdema pêş me hatiye dîtin."

    'BILINDBÛNA RÊJEYA NA…'

    KCK di berdewamiya daxuyaniyê de balê dikişîne ser helwesta kurdan a vê pêvajoyê û wiha berdewam dike:

    Ji bo kurdan gotina ‘NA' ya li dijî destûrê, tê wê wateyê ku kurd ji hemû destûran re ku kurdan û hemû nasnameyan red dkin û her wiha ji destûra sîstema mêtinger a qirker re dibêjin ‘NA'. Di vê referandûmê de gotin ‘NA', li dijî desthilatdariya AKP-MHPê ya faşîst a ku bajarên kurdan kavil kirin, bi hezaran siyasetmedar avêtin zindanan, şaredarî desteser kirin, siyasetmedarên demokrat xistin qereqol û holên dadgehan, di zindanan de dixwazin wan birizînin, wê bibe helwesta kurdan. Li Kurdistanê bilindbûna rêjeya ‘NA' ya di referandûmê de wê bibe referandûma israra kurdan a di jiyana azad û demokratîk. Weke helwesta kurdan di referandûmê de gotina ‘NA', wê vekirina qelşekê di eniyên mêtingeriya qirker de be û gavek be di pêkanîna Kurdistana azad û Tirkiyeyeke demokratîk de."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê Kaya: Ji bo di referandûmê de bigihêjin armanca xwe, dê her tiştî bikin
    Partî û saziyên kurd ji bo referandûmê deklerasyonek weşand
    Li aliyekê Arda Turan li aliyê dî Meltem Cumbul li Tirkiyê 'şerê referandûmê' dest pê kir
    Huda-Par: Dibe ku em di referandûmê de bibêjin erê lê endîşeyên me hene
    HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve
    Etîketan:
    'ERÊ', 'NA', serokatî, referandûm, MHP, AKP, KCK, Kurdistan, Rojhilata Navîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de