02:58 25 Mijdar 2017
Zindî
    Efrîn

    Kantona Efrînê ji bo NYyê: Kiryarên Tirkiyê sînordar bikin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5310

    Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê bang li Neteweyên Yekgirtî (NY) kir ku destwerdanên dewleta Tirkiyê yên li ser sînorê Efrînê sînordar bike. Desteyê daxwaz ji şêniyên Kantonê jî kir ku herêmê biparêzin.

    Desteyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li NYyê kir û wiha got:

    ″Civaka navdewletî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û rawestina rijandina xwînê tev digere. Di heman demê de, desthilatdariya hikûmeta AKPê ya şovenîst a dijberî gelê me yê aştîxwaz didome. Tirkiyê di demên dawî de dest bi desteserkirina mal û milkên welatiyên navçeya Şera kir. Bi vê yekê hemû zagonên navnetewê yên Desteya Neteweyên Yekbûyî binpê kir. Hikûmeta Tirkiyê hewl dide bi van kiryarên xwe projeya Federasyonê têk bibe."

    'BI RÊYÊN NEÇARKIRINÊ CIWANAN TEVLÎ KOMÊN ÇEKDAR DIKIN'

    Desteya Karê Hundir herwiha îdia dike ku Tirkiye ‘bi rêyên neçarkirina ciwanên Sûriyê tevlî komên çekdar dikin' û dibêje ku ‘dixwaze tevliheviyê û şerekî navxweyî di navbera gelê herêmê derbixe.'

    'EM VAN KIRYARÊN DIJMINANE ŞERMEZAR DIKIN'

    Daxuyaniya Kantona Efrînê wiha berdewam dike: "Li hember van nêzîkatiyan, em banga hişyarê li gelê xwe dikin û ji gelê me yên ku koçberbûne dixwazin ku vegerin û warê xwe biparêzin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk kiryarên bi vî rengî pêk tîne ye. Beriya niha jî dîwarên şermê ava kir, mayîn li herêmên me çandin û sivîl li ser sînor qetil kirin. Kiryarên dewleta tirk li pêşberî civaka navdewletî pêk tên, lê mixabin civaka navdewletî li hember kiryarên nemirovî bêdeng e. Em kiryarên dijminane yên li hember gel xwe û welatê xwe şermezar dikin û bang li gelên aştîxwaz û rêxistinên mirovî dikin ku piştgiriya me bikin û rê li pêşiya sûcên ku rojane pêk tên, bigirin. Bila dilê şêniyên Kantonê rihet be, em ê bi hemû hêza xwe li hember kiryarên nîjadperestiyê rawestin. Ti tişt li pêşiya projeya me ya Federaliyê nabe asteng."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa tirk êrişî Kobanê û Efrînê kir
    'Artêşa Tirkiyê ket nav erdên gundên Efrînê'
    Artêşa Tirkiyeyê 60 metreyî ket nava sînorê Efrînê
    Rêveberiya Efrînê banga vegerê li penaberên ku çûne Tirkiyê dike
    Pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê didome
    Etîketan:
    destwerdan, NY, AKP, Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê, Rojava, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de