19:17 23 Hezîran 2018
Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 23

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di derbarê referanduma ji bo guhertina destûra bingehîn de axivî û got, "Em ji bo çi dibêjin ‘erê'? PKK dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê'. FETO dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê', HDP dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê'. Li kesên dibêjin ‘na' binêrin û li gorî wê yekê biryara xwe bidin."

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di rêûresmekê de axivî û di axaftina xwe da sedema daxwaz a ‘erêkirina' referandûmê daxuyand. Yildirim ev tişt gotin:

"Em ji bo çi dibêjin ‘erê'? PKK dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê'. FETO dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê', HDP dibêje ‘na', loma em dibêjin ‘erê'. Li kesên dibêjin ‘na' binêrin û li gorî wê yekê biryara xwe bidin. Va mileta wê di meha nîsanê de dersa kesên ku ji cudaxwaziyê re dibêjin ‘erê', kesên ji FETO re dibêjin ‘erê' bide. Wê bi mora ‘erê' ji cudaxwazan jî ji FETOyiyan jî ji wesayetvanan jî hesêb bipirse."

Yildirim di axaftina xwe de rexne li Partiya Gelî ya Komarê (CHP) jî girt û  di wateya dijderketinê de got "Li welêt kengî karekî xweş û bi sûd hebe, CHP hema dikeve nava liv û tevegerê."

Bi heman mijarî:

HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve
HDP ji bo kampanyaya "NA" xebatên xwe da destpêkirin
HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
HDP ji bo guhertina qanûna destûrê deng nade
AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
Etîketan:
na, erê, CHP, FETO, PKK, HDP, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de