09:45 23 Hezîran 2018
Ahmet Turk - Kamuran Yuksek

Ahmet Turk: 'Ez hatim berdan lê nîvê dilê min di zindanê de ye'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku du roj berê ji girtîgehê hat berdan diyar kir ku ji bo aştiya gelê xwe herdem di nav hewldanê de bin. Ez ev du roj in hatime berdan, lê nîvê dilê min di zindanê de ye.

Hevserokê DBPê şandeya DBPê piştî derketina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji girtîgehê li Mêrdînê serdana wî kir û piştî hevdîtinê Turk û Yuksek derketin pêşberî çapameniyê.

‘DI NAV REWŞENBÎR SIYASETMEDAR Û RÊVEBERIN KURDAN DE YEKÎTÎ ÇÊBIBE AŞTÎ NÊZ DIBE'

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk eşkere kir ku ji bo aştiya gelê xwe herdem di nav hewldanê de bin. Ez du rojên ku hatim berdan, lê nîvê dilemin li zindanan de ye, Hevserokên me Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag hêj girtîne, parlamenterên me girtîne dîsa kesên ku bi îrada gele me hatine hilbijartin girtîne.

Turk destnîşan kir ku pêvajo bo kurdan bo demokratan hêsan derbas nebûye û dê nebejî, em aştiyê, demokrasiye tene bo kurdan naxwazin, hemû siyasetmedarên kurd ji bo aştiyê ji bo jiyanek azad bi rastî gelek xebatan dimeşînin. Li bakur, başûr, rojava bi aqilek hevbaş vê xebatê dimeşînin. Turk, em bawerin ku di nav siyasetmedarên, rewşenbîr û rêveberin kurdan de yekîtî çêbibe ez bawerim aşîtî jî nêz dibe.

Ahmet Turk got: ‘Em îro dibin demokrasi lê divê em demokrasiye di nava xwe de, di siyaseta xwe de demokrasiye berfireh bikin ku em bikarin demokrasiye bînin rojhilata navîn.'

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek jî ragihand ku ev yek ji bilî qirêjkirin, reşkirin û hinceta girtinan, tiştek nîne. Ev kesên ku hatine girtin îradeya gelên, ji ber vê yekê divê ew demildest serbest bên berdan û dê em têkoşîna vê yekê jî dewam bidin, em hêvî dikin ku hevalên me di demek kin de serbest werin berdan.

Hevserokê DBPê eşkere kir ku hûn dibêjin îradeya gel li ser hertiştiye, ev jî îradeya gel e. Ev kesên girtî li her bajarî ji aliyê bi hezaran kes ve hatin hilbijartin. Tene ku hûn Amedê bifikirin girtina Gulten Kişanak û Firat Anli ku ji mîlyonek û nîv zêdetir deng wergirtin, girtina wan nayê qebûlkirin.

 

Bi heman mijarî:

Kamuran Yuksek: ‘AKP dixwaze rejîma dîktatoriyê ava bike'
Derbarê Kamuran Yuksek 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
Kamuran Yuksek: ‘215 sivîl hatine qetlkirin'
Ahmet Turk piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da: Formula çareseriyê aştî ye
Ji Serşêwirmenda Erdogan daxuyaniya Ahmet Turk
Etîketan:
pêvajo, aştî, demokrasî, siyasetmedar, daxuyanî, Selahattin Demirtaş, Ahmet Turk, Kamuran Yuksek, Mêrdîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de