02:51 24 Hezîran 2018
El Nusra

Li Sûriyê cihadîst careke din bihevketin

© Sputnik / Ap Photo/Alexandir Kots
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 50

Komên cihadîst ên li Rojhilatê Helebê û bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê careke din bihevketin. Koma Tahrîr Şamê ku girêdayê Cepheya Feth el Şamê ye êrişî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Amerîka piştgiriya wan dike, dikin.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin komên cihadîst li çoltera rojhilatê Helebê û çolter û navenda bajarê Îdlîbê ku dikeve bakurê Sûriyeyê bihevketine. Cepheya Feth el Şamê ku îdia dike ji El Nusrayê cihê bûye û rêxistina Tahrîr eş Şamê ku girêdayê Tuxaya Nureddîn Zengî ye êrişî Koma Firka Saffeh dikin. Firka Saffeh, daxuyand ku rastî êrişên Tahrîr eş Şamê tên.

Li servê yekê balafirê şer ên Amerîkayê çeperên Tahrîr eş Şamê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 14 mîlîtan hatine kuştin, 23 kes jî birîndar bûne. Şer û pevçûnên di navbera Tahrîr eş Şamê û ASAyê de car car dewam dikin.

Hefteya borî di navbera komên ASAyê ku li hevdîtinên Astaneyê erenî dinerin û Cepheya Feth el Şamê de gengeşî derketibû û Cepheya Feth el Şamê êrişî baregehên ASAyê kiribûn.

Ji aliyê din ve hefteya borî Navgînek Hewayî yê Bêmirov ya Amerîkayê êrişî wesayîta emîrê Tahrir Şamê Ali Tarik yê li nêzî deriye Babul Selamê ya li bajarê Îdlîbê kiribû û di encama êrişê de Ali Tarik jiyana xwe ji dest dabû.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
El-nusra, Ehrar El-Şam, El-Zengî û hinekên din biryargehên xwe yên li Helebê teqandin
El Nusra li Helebê êriş kir: 5 mirî 7 jî birîndar
El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin
Etîketan:
pevçûn, cihadîst, kom, êriş, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de