14:44 25 Sibat 2018
Zindî
    Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin

    Li tevahiya Tirkiyeyê operasyona DAIŞê: 190 kes hatin desteserkirin

    © AP Photo/ / Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsên Miduriyetên Ewlekarî yên Tirkiyeyê li tevahiya wî welatî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon li dar xistin û di encama operasyonê de bi tevahî 190 gumanbar, ku piraniya wan biyanî ne, hatin desteserkirin.

    Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin li bajarê Enqere yê paytexta Tirkiyeyê serê sibê li navçeyên Sincan, Çubuk, Yenimalle û Mamakê li gelek navnîşanan bi awayekî hemwext operasyon hatin lidarxistin. Di wan operasyonan de piraniya wan biyanî 60 kes hatin desteserkirin.

    Hate diyarkirin ku gûmanbar piştî kontrola tenduristiyê ji bo lêpirsîna wan birine Ewlekariyê. Her wiha ligel Enqereyê li bajarên Tirkiye yên wekî Bursa, Konya û Izmirê jî operasyona li dijî DAIŞê hat lidarxistin.

    LI BURSA, KONYA Û IZMIRÊ JÎ OPERASYON HATIN LIDARXISTIN

    Di van operasyonan de li navçeyên Nilufer, Osmangazi, Yildirim, Gursu û Orhaneli yên girêdayî bajarê Bûrsayê welatiyên biyanî jî di nav de 46 kes hatin desteserkirin.

    Dîsa di çarçoveya lêpirsîn a li bajarê Konyayê de jî di derbarê 75 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û di operasyonên îro de zêdetirî 30 kesên ji wan hatin desteserkirin. Hat hînbûn ku operasyon berdewam dikin.

    HAT ÎDIAKIRIN KU AMADEHIYA ÇALAKIYAN DIKIRIN

    Li bajarê Izmirê jî li navendê û navçeya Menemenê li hemberî 9 navnîşanan operasyon hatin lidarxistin û bi îdiaya ku ligel rêxistina terorê ya DAIŞê xebat meşandin, bi endamên wan re têkilî danîne û amadehiya çalakiyan dikirin hatin desteserkirin. Di malên wan de dokumentên rêxistinê û çek jî hatin dîtin.

    Li Miduriyeta Ewlehiyê miameleyên gumanbaran berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 17 kes hatin desteserkirin
    Li Edeneyê operasyona DAIŞê: 6 kes hatin binçavkirin
    Li Tirkiyê operasyona DAIŞê: 10 çeçenî hatin desteserkirin
    Li Mêrsînê operasyona DAIŞê: 4 çeçenî hatin girtin
    MÎTê li Dîlokê operasyona DAIŞê kir: 18 kes hatin desteserkirin
    "Piştî operasyona Reqqayê hat bipaşxistin, DAIŞê 700 xwekuj şandin El-Babê"
    Etîketan:
    gûmanbar, biyanî, desteserkirin, operasyon, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de