19:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyon - çalakî - protesto - amed - polês

    Çalakiya ‘na' ya Kadikoyê rastî êrişa polêsan hat

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Polêsan li navçeya Kadikoy a Stenbolê bi tundî mudaxeleya çalakiya ji ‘guherîna Destûra Bingehîn re na'yê kir. Li gorî îdîayan kesekî ku li mezinê dewletê heqaret kir hate binçavkirin.

    Ji ber kesê binçavkirî di navbera grûb û polêsan de gengeşî derket. Polês li hemberî çalakvanan xaza rindikrêj û cop bi kar anî.

    Grûbeke çalakvan di seetên êvarê de li ser cadeya Bahariye ya navçeya Kadikoya Stenbolê çalakiyeke bi navê ji ‘guherîna Destûra Bingehîn re na' li dar xistin. Ji ber ku çalaki bêdestûr bû polês ji grûbê xwest ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Di vê navberê de bi îdîaya ku kesekî ji nava grûbê heqaret li mezinên dewletê kir hat binçavkirin.

    MUDAXELEYA TUND HAT PROTESTOKIRIN

    Li ser biryara binçavkirinê di navbera grûb û polêsan de gengeşî derket û polêsên nû sewkî herêma bûyerê kirin.

    Grûba ku hevalê wan hat binçavkirin daxwaz ji polêsan kirin ku wî serbest berdin û hinek çalakvan li hemberî polêsan li ber xwe dan. Polêsan qelebalix bi cop û xaza rindikrêj belav kir. Mudaxeleya polêsan a tund li derdorê bi çepikan hat protestokirin.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan bi ser mala Hevşaredara Bismilê de girtin
    Dozgeriyê biryara binçavkirina 177 polêsan derxist
    Li Stenbolê li dijî polêsan êrişa çekdarî
    Polêsan li Edene, Osmaniye û Hatayê bi ser gelek malan de girtin
    ‘Êrişkarê Reînayê dîsa ji polêsan rizgar bû'
    Etîketan:
    Çalakiya ji guherîna Destûra Bingehîn re na, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de