16:51 26 Gulan 2018
Pyotr Poroşenko

Poroşenko: "Li Deryaya Reş ewlehî bi Ûkrayna û Tirkiyeyê ve girêdayî ye"

© REUTERS/ Ukrainian Presidential Press Service/Pool
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko di axaftina xwe de ragihand ku sazkirina aştî li Deryaya Reş bi hevkariya girîng a Ûkrayna û Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ji bo salvegera 25emîn a danîna têkiliyên dîplomatîk ê navbera Ûkrayna û Tirkiyeyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re nameyeke pîrozbahiyê şand. Poroşenko di nameya xwe de got: "Tirkiye, dagirkirina Rûsya ya li Kirimê rexne kir û li gorî hiqûqa esasî ya normên navneteweyî tevgeriya û piştgiriya xwe ya ji bo Ûkraynayê îspat kir. Di vê çarçoveyê de sazkirina aştiyê li Deryaya Reş bi hevkariya Ûkrayna û Tirkiyeyê ve girêdayî ye."

TÊKILIYÊN TIRKIYE Û ÛKRAYNAYÊ

Poroşenko di berdewamiya nameya xwe de got: "Di têkiliyên Ûkrayna û Tirkiyeyê de bingeha esasî pêwendiyên bazirganî ne û îmzekirina peymana herêma bazirganî ya serbest wê hevkariya bazirganî xurt û berfirehtir bike. Herdu welat bi baweriyeke ewlehî dikarin di sektorên stratejîk de bi taybetî yên pîşesaziya parastinî de projeyên şênber têxin meriyete. Em ê ji bo veberdêrên tirk li Ûkraynayê şert û mercên pêwist amade bikin."

Bi heman mijarî:

Poroşenko wê endamtiya Ûkrayna ya ji bo NATOyê bibe referandûmê
Poroşenko ji bo çalakiyên Kievê 6 seetan îfade da dozgeriyê
Poroşenko Trump vexwend Ûkraynayê
Savçenko: Poroşenko dijminê gel e
Erdogan xeyalên Poroşenko jî têk birin
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Ûkraynayê, Recep Tayyip Erdogan, Pyotr Poroşenko, Tirkiye, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de