01:45 23 Hezîran 2018
Moşek

‘Em ê moşeka bi ser serê dijmin de bibarînin'

© REUTERS / farsnews.com
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Piştî gengeşiya moşekan a navbera Îran û Amerîkayê ji Tehranê daxuyaniyeke tund hat. Generalê îranî Hajizadeh ragihand ku em ê moşeka bi ser serê dijmin de bibarînin.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Mûhafizên Şoreş ên Îranê General Amir Ali Hajizadeh hişyarî da û ragihand ku heke ewlehiya Îranê were tehdîdkirin em ê moşekan bi ser serê dijmin de bibarînin.

Li gorî nûçeya ajansa Tasnîma îranî, General Amir Ali Hajizadeh di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo ku em ewlehiya Îranê saz bikin şev û roj dixebitin. Heke em ji dijminên xwe gaveke şaş bibinin em ê moşekên xwe yên xurmînî bi ser serê dijmin de bibarînin."

JI ÎRANÊ TETBÎQATA LEŞKERÎ

Piştî ku Amerîkayê ji ber ceribandina moşeka balistik biryara mûeyîdeyan danî ser Îranê, rêvebiriya Tehranê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo ceribandina moşek û pergalen pêlgir tetbîqata leşkerî dane destpêkirin.

Digel ku gengeşiya navbera Îran û Amerîkayê her diçe zêdetir dibe jî Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis ragihand ku ew ê wekî berteka Îranê li Rojhilata Navîn hebûna xwe ya leşkeri dê zêde nekin.

Bi heman mijarî:

Dadgeha Amedê doznameya Yuksekdag ji Dadgeha Enqerê re şand
Milyarderê Amerîkî pêşniyara wezîrtiya Trump red kir
Qesra Spî: Trump ti soz nedaye Kievê
Îranê bi navê 'Parêzvanên Welayetê' dest bi tetbîqeta parastina asmanî kir
Îranê biryara bersivdana toleyên Amerîkayê stand
Etîketan:
Gengeşiya moşek a navbera Îran û Amerîkayê, Fermandarê Hêza Hewayî ya Mûhafizên Şoreş ên Îranê, Amir Ali Hajizadeh, Tehran, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de