01:47 23 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî yê HDPê Figen Yuksekdag

Dadgeha Amedê doznameya Yuksekdag ji Dadgeha Enqerê re şand

© Foto: Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dosyeya doza Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ku 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, ji ber biryara bêerkbûna dadegehê ji Enqerê re hat şandin.

Dadgeha Diyarbekirê ya Cezayê Giran a 8emîn ku doznameya Yuksekdag pejirandiye, di çarçoveya qanûna CMK benda 12/2yan de biryara bêerkbûnê da û dosyeya hevseroka HDPê ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê re şand.

Dadgehê herwiha biryar da ku Yuksekdag bi hinceta parastina wê nehatiye kirin, delîl berhev nebûne û şika hebûna tawanên li ser wê li girtîgehê bimîne.

Di doznameya Fîgen Yuksekdag de, bi hinceta ‘endamtiya rêxistina terorê', ‘muxalefeta li yasaya civîn û xwepêşandanan', ‘tehrîkkirina gel a bi kîn û neyartiyê' û ‘tehrîkkirina bo tawanan' jê re ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Li Rojhilata Navîn welatê herî zêde piştgiriyê dide terorê Îran e
Milyarderê Amerîkî pêşniyara wezîrtiya Trump red kir
Qesra Spî: Trump ti soz nedaye Kievê
Îranê bi navê 'Parêzvanên Welayetê' dest bi tetbîqeta parastina asmanî kir
Kozmonotê Rûsî: Em lîderên dinyayê bibin fezayê, dê aştî were dinyayê
Etîketan:
Dadgeha Amedê doznameya Yuksekdag ji Dadgeha Enqerê re şand, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de