09:23 22 Îlon 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî: Rêveberiya Trump di mijara siyasetê de xam e

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bertek da qedexeya vîzeyê ya Amerîkayê û got rêveberiya Trump di mijara siyasete de xam e.

    Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bertek nîşanê de qedexeya vîzeyê ya Amerîkayê da û got rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara siyasete de ‘xam' e.

    Rûhanî di axaftina xwe de got, "Îro ne roja cudakirina gelan e. Betalkirina vîzeyên neteweyên din karê wan kesan e ku nû ketine qada siyasetê. Ev kes nû ketine nava siyasete. Ji warekî din hatine ketine warê siyasetê. Ev kes heta vî warê nû nas bikin wê him zirarê bidin xwe him jî zirarê bidin kesên din."

    Rûhanî idia kir ku armanca biryara Trump gelê Îranê ye û got, "Bi vî awayî hat îspatbûn ku ew îdiaya rêveberiya Amerîka ya ku tê de dihat gotin ew li dijî dewleta Îranê ne lê piştgiriyê didin gelê Îranê jî derew e."

    Rûhanî di dewama axaftina xwe de got, "Dema lêkirina dîwaran ya ji bo cudakirina gelan bi dawî bûye. Roj, roja ragihandinê ye. Sînordarkirina vîzeyê ya ji bo çend mehan wê nikaribe têkiliyan navbera gelan bibire."

    Serokê Amerîka Trump bi biryarnaöeya 27ê Rêbendanê hatina penaberên Sûriyeyî ji bo Amerîkayê rawestandibû û 90 rojan qedexe anîbû ser vîzeyên welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sûdan, Libya, Somalî û Yemenê.

    Bi heman mijarî:

    Îranê ceribandina moşeka balîstikê pişt rast kir
    Îranê bi negirtina welatiyên DYA gef li rêveberiya Trump xwar
    Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû
    Rêvebiriya Trump ceribandina moşeka Îranê dibe KENYê
    Berteka Îranê ya li dijî qedexeya vîzeya Amerîkayê
    Etîketan:
    xam, siyaset, Serokê Amerîkayê, Serokomarê Îranê, Donald Trump, Hesen Rûhanî, Yemen, Iraq, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de