08:13 28 Gulan 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Ebadî bersiv da Trump: "Em tu tiştî nakin"

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo biryara Trump a qedexekirina penaberan ku Iraqê jî di nava wan 7 welatan de ye ragihand ku ew ê tu bersivê nedin Amerîkayê.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vîzeya qedexekirina penaberan ku Iraq, Sûriye, Îran, Sudan, Libya, Somalî û Yemen jî di nava wan 7 welatan de ye nirxand û ragihand ku ew ê tu bersivê nedin Amerîkayê.

    Heyder Ebadî biryara Parlamentoya Iraqê ku bersivê bidin biryara Trump nirxand û di civîna çapenî de got: "Em ê tu tiştî nekin. Em li ser biryarên muhtemel dixebitin, lê em niha di şerekî de ne û em naxwazin zirarê bidin berjewendiyên xwe yên neteweyî."

    ‘IRAQ NE IRAQA BERÊ YE'

    Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de bangî Trump kir ku dev ji biryara xwe berde û got: "Ji ber ku Iraq ne Iraqa berê ye. Amerîka di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ji bejê û ji hewayê piştgiriya hêzên iraqî dike. Niha 5 hezar leşkerên amerîkî li Iraqê hene."

    Bi heman mijarî:

    'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'
    Ebadî: Heta leşkerên Tirkiyeyê ji Iraqê venekişin, têkiliyên Bexda-Enqereyê baş nabin
    Serokwezîrê tirk Yildirim û yê Iraqê Ebadî civiyan
    Ebadî: Em rê nadin tu aliyek axa me bikar bîne
    'Ebadî plana ragihandina dewleta Kurdistanê dike'
    Etîketan:
    Biryara astengkirina penaberan, Serokê AmerÎkayê, Serokwezîrê Iraqê, Donald Trump, Heyder Ebadî, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de