14:45 19 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge

    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25031

    Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Nûrî Brîmo got ku dê guhertineke mezin li Rojava çêbibe û li demeke nêzîk jî Pêşmergeyên Roj ên li Herêma Kurdistanê perwerde bûne derbasî Rojava bibin.

    Li gor nûçeya kdp.info'yê Nûrî Brîmo guhertinên li Rojhilata Navîn ku tên pêşbînîkirin bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a qedexekirina vîzeyê bo 120 rojan li welatên wekî Iraq, Sûriye û Yemenê ve girê daye ku yek ji van guhertinan jî derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava ye.

    BRÎMO: WÊ PYD JÎ RAZÎ BIBE

    Brîmo li ser derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava got ku dê PYD jî di çarçoveya van guhertinan de razî bibe û wiha axivî: "Artêşa Roj ji bo wê yekê hatiye avakirin ku bergiriyê li ax û ala Kurdistanê bike û di demeke pir nêzîk de dê ew hêz here Rojavayê Kurdistanê û li wir bi cih bibe."

    Bi heman mijarî:

    'DYA piştî şerê sar dê hêza herî mezin a leşkerî ji welatên Baltikê re bişîne'
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
    Ji senatorê rûsî pêşniyara ku serdana Sûriyeyê bikin li parlamenterên tirk kir
    Îdianameya di derbarê Figen Yuksekdag de hat qebûlkirin
    Etîketan:
    Rojava, Sûriye, PDK-S, Nûrî Brîmo, PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de