03:13 23 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Putin - Hasan Ruhani

    Rûhanî ji bo bi Pûtîn re bicive dê serdana Rûsyayê bike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Çavkaniyeke dîplomatîk got ku dibe Serokê Îranê Rûhanî dê meha Adarê serdana Rûsyayê bike. Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov piştrast kir ku civîneke di navbera Rûhanî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de hatiye plankirin.

    Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke dîplomatîk dane Spûtnîkê, hatiye plankirin ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî dê di meha Adarê de serdana Rûsyayê bike.

    Ji aliyê din ve, Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ji Spûtnîkê re diyar kiribû ku amadekariyên civîna Rûhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tên kirin û gotibû ku dûre dê tarîxa serdanê eşkere bike.

    Hêjayî gotinê ye ku ev serdana Rûhanî di demeke wiha de tê ku herdû welatan hevkariya xwe di mijara Sûriyeyê de zêde kiriye. Rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê û û nûnerên komên dijber hefteya borî bi garantoriya Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li Astanayê cara yekem civiyabûn. Di dawiya civînan de her sê welatan daxuyaniyeke hevbeş îmze kiribû û tê de biryara damezirandina mekanîzmeyeke sêalî dabû ji bo şopandina agirbestê.

    Bi heman mijarî:

    Hamas û Îran nêzî hev dibin
    Îran qedexe danî ser welatiyên amerîkî
    AA: "Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo agirbestê mekanîzmeya sêalî ava dikin"
    Îran: Ji bo çareseriya kêşe ya Sûriyeyê stratejiya Moskow-Tehran û Enqereyê wê bidome
    Rûsya, Tirkiye û Îran dixwazin tekoşîna hevpar têxin encamnameyê
    Etîketan:
    Civînên Astanayê, Dimitriy Peskov, Astana, Tirkiye, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de