14:39 22 Îlon 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Malbatên girtiyan: Em ê dest bi çalakiyan bikin

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Malbatên girtîyên li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, diyar kirin ku ji ber şertê xerab yê li girtîgehê wê li ber girtîgehê dest bi çalakiyan bikin.

    Malbatên girtîgiyên Girtigeha Tîpa C a Tarsusê  ji ber rewş û mercên xirab yên li girtîgehê dibêjin ger merc neyên sererastkirin dê dest bi çalakiyan bikin.

    Girtiyên li Girtigeha Tîpa C a Tarsusê vê hefteyê bo zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehê şermezar bikin derneketin ziyareta malbat û xizmên xwe. Li ser vê yekê malbatên ku rastî van binpêkirinan hatin serî li Şaxa ÎHDê dan. Malbatan diyar kirin ku ger ev binpekirina mafan bidome dê li ber girtigehê dest bi çalakiyê bikin.

    ‘GIRTÎ RASTÎ HEQARETÊN GIRAN Û TACÎZAN TÊN'

    Malbatan diyar kirin ku mercên girtîgehan gelekî xerab e ku gelek caran 2-3 girtî li ser  doşekekê radizên û mafên wan ên hevdîtin û telefonê jî ji destên wan tên girtin. Herwiha ew rastî heqaretên giran û tecîzên devkî tên. Gelek caran lêgerîn ji aliyê gardiyanên mêr ve tên kirin.

    Malbat amaje kirin ku wê xwedî li zarokên xwe derkevin û xwestin ku zextên li ser zarokên wan di demek nêz de bi dawî bibin.

    ‘EM Ê DEST BI ÇALAKIYAN BIKIN'

    Malbatan di dewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ger ku rewş wisa bidome dê li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Edeneyê 13 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Altan Tan: "Binçavkirin ji bo erêkirina dengdêrên MHPê tê kirin"
    Parlamentara HDPê Beştaş li Amedê hat binçavkirin
    Parlamentera HDPê Huda Kaya hat binçavkirin
    Li Edeneyê operasyona DAIŞê: 6 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    mercên li girtîgehê, girtiyên kurd, girtiyên jin, tarsûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de