04:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê

    "Qonaxa bê ya operasyona Reqqayê dê bajarî îzole bike"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3510

    Çavkaniyekê leşkerî kurdî ragihand ku qonaxa bê ya Operasyona Reqqayê ku DYAyê piştgiriya wê dike dê bajarÊ Reqqayê îzole bike û dê hemû pêwendiyên wê bi bajarên derdorê û bajarê Dêrza Zorê re bibire.

    Li gorî nûçeya Reutersê ya dispêre çavkaniyekê ku nexwestiye navê xwe şekere bike,"qonaxa bê ya operasyona Reqqayê armanc dike ku bajarî bi tevahî ji derdora wî ya erdnîgarî qut bike û ji bo vê jî pêwîst e, xwe bigihînin rêya Reqqayê lê ev peywir jî gelekî dijwar e".

    Herwiha berdevkê HSDê Telal Silo wiha got: "Amedekarî tên kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyoneke nû li dijî DAIŞê pêk bîne. Ew ê di çend rojan de pêk werin."

    Li gorî heman nûçeyê, Silo hûrgiliyên operasyonê nedane.

     

    Bi heman mijarî:

    132 ciwanên Reqqayê tevlî HSDê bûn
    Li gundewarê Reqqayê mayîn bi zarokan de teqiya: 5 zarok birîndar bûn
    Şervanekî YPGê yê amerîkî di operasyona Reqqayê de jiyana xwe ji dest da
    Plana çûna Reqqayê ya êrîşkarê Reînayê derket holê
    Berdevkê Pentagonê: Em dixwazin hevkariya li Babê li Reqqayê jî bibînin
    Qatilê Reînayê: Min ji Reqqayê pirsî û êrîş kir
    Du gundê din ên Reqqayê hatin kontrolkirin
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, Telal Silo, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de