01:14 26 Îlon 2017
Zindî
    İran Dışişleri Bakanı Cevad Zarif ve Fransız mevkidaşı Jean Marc Ayrault

    Îranê bi negirtina welatiyên DYA gef li rêveberiya Trump xwar

    © REUTERS/ John Irish
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf li hemberî ‘qedexeya vîzeyê' ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku Îran jî di nav de ji bo 7 welatên mislimanan anîbû, bi heyfgirtinê gef xwar. Zarîf got, "Em ê jî vîzeyê nedin Amerîkayiyên ku bixwazin werin Îranê û em bi awayî bersivê bidin vê yekê."

    Zarîf li Tehranê bi hemkarê xwe yê Fransayê Jean-Marc Ayrault re civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê qedexeya vîzeyê ya Trump de got, "Bersiva me ya ji bo vê wê ew be ku em ê jî vîzeyê nedin Amerîkayiyên bixwazin werin Îranê."

    Zarîf got li gorî rewşê dibe ku îstisnayên takekesî çêbibe.

    Wezareta Karên Derve ya Îranê berê ji bo ‘qedexeya vîzeyê' hişyariya hefgirtinê dabû lê Zrîf gotibû em ê di vê mijarê de biryareke ji bo dema borî negirin û hemû Amerîkayiyên ku vîzeyên wan ên derbasdar hene wê karibin têkevin Îranê.

    DI DERBARÊ QEDEXEYA VÎZEYÊ DE KOMÎTEYA TAYBET HAT AVAKIRIN

    Her wiha Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyand ku wê ji bo welatiyên derve yên ku ji ber sînordarkirina vîzeyê ya rêveberiya Amerîkayê bi pirsgirêkan re rûbirû mane, komîteyeke tabey hatiye avakirin.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî ragihand ku vê komîteyê ji bo pêşiyê li pirsgirêkên Îranî yên li Amerîkayê bigire hinek biryar girtine û ev biryar ji bo nûnerên Îranê yên derveyî welêt hatine şandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû
    Rêvebiriya Trump ceribandina moşeka Îranê dibe KENYê
    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'
    Berteka Îranê ya li dijî qedexeya vîzeya Amerîkayê
    Îranê bertek nîşanî Trump a biryara penaberan da
    Nêçîrvan Barzanî bo teqînên li Koyê got: Hîç delîl tune ye ku Îranê kiribe
    Etîketan:
    heyfgirtin, gefxwarin, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, wezîrê karên derve yê îranê, Muhamed Cewad Zarîfî, Behram Qasimî, Jean-marc Ayrault, Fransa, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de