08:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    TSK: "30 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © AP Photo/ Mursel Coban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di roja 161emîn a Operasyona Mertalê Firatê de 231 hedefên DAIŞê hatin xistin û 30 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe ya roja 161emîn a Operasyona Mertalê Firatê de ragihand ku balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî li herêma El Bab, Bzagah û Tadif a bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê erişen hewayî pêk anîn.

    Di encama êrişan de 20 avahiyên ku ji bo jiyangehê dihatin bikaranîn, 4 gerajên wesayîtên bombebarkirî, balafirşêkek û çepereke hawanan hatin îmhakirin. Li gorî daxuyaniya TSKê di êrişên hewayî de tunelên rêxistinê jî hatine herifandin.

    43 TEQEMENIYÊN DESTÇÊKIRÎ HATIN ÎMHAKIRIN

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonên tevgerên rojê de 30 milîtanên terorîst hatin kuştin û 4 wesayîtên çekhilgir jî hatin îmhakirin û 43 bombeyên destçêkirî ji terefê tîmên pispor ve bi kontrol hatin teqandin. Li gorî daxuyaniyê ji roja destpêka operasyonê heta niha 3 hezar û 550 teqemeniyên destçêkirî ji terefê tîmên pispor ve hatin îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "20 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "22 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "17 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "13 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "65 terorîstên DAIŞê hatin kuştin"
    Etîketan:
    Fermandariya Hêza Hewayî, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mertalê Firatê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de