11:36 24 Îlon 2017
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû

    © AFP 2017/ Maxim Malinovsky
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2413

    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf hişyarî da Amerîkayê da ku nebe sedema gengeşiyeke nû. Zarîf sûcdariya Amerîka ya ku tê de digot, "Îran ceribandineke nîvmenzîl a biserneketî pêk anî' ne derewandin ne jî piştrast kir.

    Cewad Zarîf li Tehranê ligel hemkarê xwe yê Fransî Jean-Marc Ayrault civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û hişyarî da Amerîkayê, da ku ji ber ‘ceribandinên moşekên balîstîk' nebe sedema gengeşiyên nû.

    Zarîf got, "Em hêvî dikin rêveberiya nû ya Amerîkayê wê bernameya parastinê ya Îranê ji bo gengeşiyên nû neke bihane."

    Zarif got ceribandina moşekên balîstîk a Îranê ne perçeyekî peymana nukleerê ya welatên P5+1yê an jî ne perçeyekî biryarên peymana Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye.

    Zarîf tohmeta Amerîkayê ya di derbarê ceribandina moşekên balîstîk a Îranê de ne derewandin ne jî pişt rast kir û parast ku Îran wê van moşekan tu caran ji bo êrîşkirina ser welatekî din bi kar neyine.

    ‘ÎRAN WÊ VAN MOŞEKAN JI BO ÊRÎŞBIRINA SER WELATEKÎ DIN BI KAR NEYINE'

    Zarîf derbirî ku ev ceribandin ne perçeyekî biryarên NY yên peymana nukleerê ne û got, "Ev moşek ne perçeyê peymana nukleerê ne. Îran wê van moşekan ji bo êrîşbirina ser welatekî din bi kar neyine."

    Zarîf got, "Tu moşekên Îranê ji bo serikê şer ê nukleerê nehatiye hilberîn."

    AYRAULT: EZ WEK PARASTVANÊ PEYMANA NUKLEERÊ HATIM

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Ayrault jî got, "Ez wek parastvanê peymana nukleerê hatim Terhanê."

    Ayrault got, "Em dixwazin rêz ji vê peymanê re were girtin" û tevgera li gorî peymanê wek ‘berjewendiya hevpar' bin av kir.

    AMERÎKA: CERIBANDINA MOŞEKÊ YA ÎRANÊ BI SER NEKET

    Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ji bo CNNê got wan pişt rast kirine ku Îranê roja yekşemê moşekên balîstîk ceribandine.

    Rayedar got, "Ji bo cihê ceribandinê nikarim tiştekî bibêjim lê moşek ji ber ku piştî hat firandin teqiya, ceribandin bi ser neket."

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer jî di civîna xwe ya rojane de ji bo rojnamegeran got, "Haya me ji vê ceribandina Îranê heye, em niha li hûrgiliyên wê dinêrin."

    KENY WÊ ÎDIAYA CERIBANDINÊ YA ÎRANÊ DI DANIŞÎNA LEZGÎN DE BINIRXÎNE

    Lı ser daxwaza Amerîkayê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê îro bi awayekî lez kom bibe û wê îdiaya ceribandina moşekê ya Îranê binirxîne.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebiriya Trump ceribandina moşeka Îranê dibe KENYê
    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'
    Berteka Îranê ya li dijî qedexeya vîzeya Amerîkayê
    Îranê bertek nîşanî Trump a biryara penaberan da
    Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kes di bin berfê de man
    Îranê cezaya darvekirin û girtinê da 7 kurdan
    Etîketan:
    Ceribandina Moşekên Balîstik ên Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Berdevkê Qesra Spî, Wezîrê karên derve yê Îranê, Sean Spicer, Jean Marc Ayrault, Muhamed Cewad Zarif, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de