08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Asghar Farhadi Derhêner

    Ji ber qedexeya Trump derhêner Farhadî beşdarî Oscarê nabe

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Derhênerê îranî Asghar Farhadî ji ber qedexeya Donald Trump beşdarî seramoniya Oscarê nabe.

    Derhener Asghar Farhedî ku bi fîlmê xwe yê dawî namzetê Oscarê bû ji ber qedexeya Donald Trump ku heya 90 rojan dê ji 7 welatên bijartî kes nikaribe biçe DYAyê ew jî dê neçe.

    Fîlmê binavê "Ferushende" ji bo xelata 89an ya Oscarê bibû namzet.

    Farhadî daxuyaniyek ji bo dezgehên ragihandinê weşand û got:"Ji ber hişkbaweran mixabin li her derê dinyayê xel dieciqin. Ne tenê li Amerîkayê li welatê min jî rewş her wisa ye. Heger ez biçûma minê bahsa hişkbaweran bikira lê digel ku destûr ji bo min heye jî lê ez naçim Oscarê."

    Wek tê zanîn bi qerarnameya ku ji aliyê Trump ve hatiye îmzekirin ji bo 7 welatên Rojhilata Navîn ku di nav wan de hemwelatiyên Iraq, Îran, Yemen, Sûriye, Lîbya, Somalî û Sûdan ê hene,  heya 90 rojan derbasbûyîna wan ya DYAyê hatibû qedexekirin.

    Serokê Konseya Îran û DYAyê yê Netewî Trîta Parsî jî, ji ser hesaba xwe ya twîtterê agahdariyê ragihand ku piştî qerarnameya Trumpî dê derhêner beşdarî seramoniya Oscarê nebe.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Reşêba' ji Dûbaiyê bi xelata fîlmê herî baş vegeriya
    Schwarzenegger û Jackie Chan di fîlmê Rûsî de dilîzin
    Festîvala fîlmê ya Venedîkê
    Ji bo rêze fîlmê Game of Thrones rojên bi jimar man
    Di werza nû ya fîlmê Game of Thrones de gelo Jon Snow dijî?
    Baregeha şerî ya Pûtîn şibandin fîlmê James Bond
    Etîketan:
    Oscar, Asghar Farhadi, Donald Trump, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de