08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    DYAyê navgînên zirxî yên pêşketî dan HSDê

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43920

    DYAyê di çarçoveya operasyona Reqqayê de, navgînên zirxî yên neferber ên 4×4 bi bilindî-parastî yên wek IAG tê nasîn ku li Kanadayê hatine hilberandin û 10 kes dikarin şê siwar bên li gel çekên giran dan HSDê. Berdevka Odeya Çalakiyan a Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedê diyar kir ku hêzên hevpeymanê gelek alîkarî û çek dane wan.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HSDê hatine bidestxistin, DYAyê di çarçoveya operasyona Reqqayê û têkoşîna li dijî DAIŞê de, çekên giran û navgînên neferber ên zirxî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şandine. Hat zanîn ku di qonaxa yekem de, 200 navgîn şandine û ew ê di rojên pêş de bêtir navgînan bişînin.

    "GELEK ÇEK Û ALAVÊN ŞERÎ DIKARIN LI NAVGÎNÊ BÊN SIWARKIRIN"

    Ew navginên 10 kesî, ên Şirketa bi navê IAG(International Armored Group) ne ku li Kanadayê hatiye avakirin û niha li heşt welatan bi awayekî pir-nteweyî xebata xwe berdewam dike û tesîsên wê yên hilberandinê li DYAyê jî hene.

    hsd-qsd
    © AFP 2017/ Delil souleiman
    Navgîna IAG Guardianê ya ku wek APC tê nasandin, navgîneke zirxî ye ku 4×4 bi bilindî-parastî ye. Navgîna zirxî ya taktîkê ku ji aliyê leşkeran û hêzên ewlehiyê ve li herêmên şerî tê bikaranîn, 10 leşkerên tam arastî dikarin lê siwar bibin. Herwiha IAG Guardian dikare 360 pileyî li xwe bigere û tifinga bi makîne ya taretîne, moşek û bombeavêj jî dikarin lê werin siwarkirin. Pergala vemirandina agirî, tekerên taktîkê, wînçê bielektirîkê, kamerên çavdêriyê û dîtina termal a bimonîtor û roniyên dûrbîn û pergalên pêwendiyê yên HF û VHFyê dihewîne.

    "KOBANIYAN BI DILXWEŞÎ PÊŞWAZIYA ALÎKARIYAN KIR"

    Kanada jî cih di nav hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku DYA pêşengiya wê dike de cih digire.

    ​Gava navgînên dê di operasyona Reqqayê de bên bikaranîn di kolanên bajarê Kobaniyê re derbas bûn, ji aliyê xelkê bajarî ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

    "CARINAN ALÎKARÎ DI SER HERÊMA KURDISTANÊ RE TÊN"

    Rayedarekî HSDê ji bo alîkariyên çekan û navgînên zirxî bi Spûntîkê re axivî û teqez kir ku Amerîka hertim çek û navgînan dide wan û wiha dewam kir: "DYA di çarçoveya operasyona li dijî DAIŞê de, hertim çekên sivik û giran dide me. Herwiha ji bo bikaranîna çekên giran jî, perwerdehiyê dide hêzên me. DYA moşekên bi-germê-ajotî, qenas, topên hawayî, doçka, çekên din û navgînan jî dide me. Bi piranî ew çek bi balafiran tên. Carinan jî alîkarî ji dergehê Sêmalkayê yê Herêma Kurdistanê tê. Navgînên Hummer û Navgînên neferber ên zirxî jî berî 4 rojan ji DYAyê ji me re hatin. Em van navgînan di operasyona Reqqayê de bi kar tînin. Ev navgîn pêwîst in, ji ber tiştek bi wan nayê, gava topênb hawayî, moşek û qenasan êrîş dike. Gava mayin diteqin jî, tiştek bi wan nayê. Ev navgîn gelekî xurt in. Gelek şervanên me, ji ber nebûna van navgînan jiyana xwe ji dest da.

    Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed

    "ŞERVANÊN HEVPEYMANÊ JÎ LI GEL ME, ŞERÊ DAIŞÊ DIKIN"

    Herwiha Berdevka Odeya Çalakiyan a Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedê li ser pirsyara bê DYA û Hêzên Hevpeymanê alîkariyê didin wan an na, wiha got, "erê" û wiha dewam kir: "Di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de, hevpeyman alîkariyeke mezin bi me re dike. Me di nav xwe de li hev kir û wiha ev operasyon da destpêkirin. Bi saya alîkariyên hevpeymanê, qonaxa duyem a operasyona Reqqayê mezintir dest pê kir. Alîkarî ji gelek aliyan tên kirin. Him çekan didin me û him şervanên wan li rex ên me disekinin û bi hev re şerê DAIŞê dikin. Komên Hêzên Hevpeymanê jî alîkariya me dikin û li gel me şerê DAIŞê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên koalîsyonê Reqqa bombebaran kirin: 20 kuştî
    Bi operasyona HSDê re DAIŞê Reqqa îzole kir
    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Riya stratejîk a Reqqa-Kantona Cizîrê ket destê hêzên kurd
    Eniya Siwar El-Reqqa jî beşdarî MSDê bû
    Etîketan:
    hsd, ypg, DAIŞ, Cîhan Şêx Ehmed, kANADA, Kobanî, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de