20:04 22 Îlon 2017
Zindî
    Aşît

    Li bajarê Pîranşarê 3 kolberên kurd di bin berfê de man

    © AP Photo/ Elaine Thompson
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    139 0 0

    Li Îranê li bajarê kurdan ê bi navê Pîranşarê 3 kolber li ser sînorê Hacî Omran û Pîranşarê ber bablîsoka berfê ketin û wenda bûn.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin şeva borî li bajarê Pîranşarê 3 kolberên kurd li ser sînorê bajarê Hacî Omran û Pîranşarê bi ber bablîsoka berfê ketin û wenda bûn. Hat gotin ku heta niha jî tu agahî ji wan kolberan nehatiye girtin.

    Hat ragihandin ku gelê herêmê û Hevya Sor ji şeva borî de dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine û hêj jî berdewam dike.

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku di 28ê Rêbendanê de jî li bajarê Serdeşt ê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 15 kolber di bin berfê de mabûn û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man: 4an jiyana xwe ji dest da
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Leşkerên Îranê 5 kolberên Kurd birîndar kirin
    Pasdaran dîsa êrişî kolberên kurd kir
    Rejima Îranê di çaryekê salê de 53 kolberên kurd kuştin
    Etîketan:
    man, di bin berfê de, kolberên kurd, Hevya Sor, Kurdistan, Îran, Serdeşt, Pîranşar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de