20:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Cihê bûyerê - Polês - polîs

    Li Amedê şer: 1 kuştî û 3 birîndar

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11010

    Li navçeya Çinar a Amedê di navbera eqrebayan de şer û pevçûn derket. Di encama şerê çekdarî de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Li navçeya Çinar a Amedê li Taxa Yenimahalleyê di navbera malbatên eqrebayên hev Demir, Davulcu û Akşahin de ji ber sedemeke nediyar şer û pevçûneke bi çekan derket.

    Di şer û pevçûna çekdarî de Şakir Demirê 54 salî, Behiye Akşahina, Ronahiya 13 salî û Cihan Davulcuya 16 salî birîndar bûn. Hemû birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Çinarê lê Demir digel hemû mudexaleyan jiyana xwe ji dest da. Herwiha birîndarên din piştî mudaxeleya pêşî sewkî nexweşxaneyên Amedê kirin.

    Ji aliyên din ve hêzên ewlehî li cihê bûyerê bergiriyên pêwist girtin û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Erakê şer û pevçûn: 6 kuştî, 3 birîndar
    Li Çiyayê Amanosê şer û pevçûn
    Li Helebê şer û pevçûn: 8 kuştî û 6 birîndar
    Li Dêrsimê şer û pevçûn
    Li Yemenê şer û pevçûn: 30 kuştî û 26 birîndar
    Etîketan:
    1 kuştî û 3 birîndar, Li Çinarê şer û pevçûn, Cihan Davulcu, Behiye Akşahin, Şakir Demir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de