20:23 24 Îlon 2017
Zindî
    pere

    Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê texmînên enflasyona 2017an bilind kir

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3251

    Serokê Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê Murat Çetinkaya ji bo raporta enflasyona 2017an pêşkeşiyek kir. Li gorî pêşbîniyên Çetinkaya wê enflasyona 2017an a Tirkiyeyê ji sed3i 8 pêk were.

    Serokê Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê Çetinkaya ji bo raporta enflasyona 2017an civînek li dar xist. Li gorî pêşbîniyên Çetinkaya wê enflasyona 2017an a Tirkiyeyê ji sed3i 8 pêk were.

    Çetinkaya di axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyên me hetanî dawiya sala 2017an wê enflasyon di navbera ji sedî 6.6 û ji sedî 9.4 ji sedî 8 be, herwiha di dawiya sala 2018an de jî di navbera ji sedî 4.2 û ji sedî 7.8 ji sedî 6 be.
    Di axaftinên Çetinkaya de xalên ku derketin pêş wiha bûn:

    *Di çaryeka sala 2016an de li welatên pêşkêtî rêjeyê faîzê zêde bû û sermaye ji herikî wan welatê pêşketî.

    *Di çaryeka sala 2016an de bazarên fînansî yên navxweyî di seyreke bi pêl de meşiya.

    *Bi saya tedwîrên ku hatin girtin di mehên dawî de di bikaranîna krediyê de nêrîneke erênî çêbû.

    *Di çaryeka dawî ya sala borî ya fealiyeta îktîsadî de bi awayekî xuyayî kêmbûnek çêbû.

    *Di sala 2016an de digel gelek şokan jî me gavên xweru avêtin.

    *Em wekî Bankeya Navendî ji bo îstîkrara bûhayan em ê hemû navgîniyên xwe bi kar bînin.

    *Li gorî pêşveçûnan em ê politikaya kêmkirina pereyan bidomînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bankeya Navendî ya Rûsyayê: "Xebatkarê Bankeya Deutscheyê bazar manîpule kir"
    Ji Bankeya Navendî ya Rûsyayê daxuyaniya Tirkiyeyê
    Bankeya Navendî biryara zêdekirna faîzê da
    Ji bo serokatiya Bankeya Cîhanê yek namzet heye
    Etîketan:
    Pêşbîniyên enflasyona Tirkiyeyê ya sala 2017an, Serokê Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê, Murat Çetinkaya, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de