21:52 25 Îlon 2017
Zindî
    Turîst

    ‘Dahatuya turîzmê ya sala 2016an ji sedî 29.7 kêm bû'

    © AFP 2017/ LOUISA GOULIAMAKI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2660

    Dahatuya turîzma Tirkiyeyê ya sala 2016an li gorî salek berê ji sedî 29.7 kêm bû û dakete 22 milyar û 107 miliyon dolarî.

    Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên turîzmê yên sala 2016an parve kirin.

    Li gorî doneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK) dahatuya turîzma Tirkiyeyê ya sala 2016an li gorî salek berê ji sedî 29.7 kêm bû û dakete 22 milyar û 107 miliyon dolarî. Ev dahatu jî ji sedî 72.8ê biyanî û ji sedî 27.2ê hemwelatiyên Tirkiyeyê hat bidestxistin.

    Ji dahatuyên sala borî 18 milyar û 495 milyon û 978 hezar dolar ji xerckirina şexsî û 3 milyar û 611 milyon û 462 hezar dolar jî ji xerckirina pakêtên turê çêbû. Di vê serdemê de serê şexsê biyanî 705 dolar û yên navxweyî jî 633 dolar li Tirkiyeyê pere serf kirin. Hemwelatiyên tirk ku li derveyê welat niştecih in jî 978 dolar pere xerc kirin.

    Ji aliyê din ve ziyaretvanên ku ji Tirkiyeyê derketin li gorî sala 2016an ji sedî 24.6 kêm bûn û dakete 31 milyon 365 hezar û 330 kesî. Ji van ji sedî 80.6ê wan (25 milyon û 265 hezar û 406 kes) biyanî û ji sedî 19.4ê wan (6 milyon û 99 hezar û 924 kes) welatiyên ku li Tirkiyeyê niştecih bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Turîzma Antalyayê 12 salan bi paş ket
    Yekîtiya Turîzma Rûsyayê: "Em bi lêborîna Erdogan gelekî kêfxweş bûn"
    Amerîkayê şîret li kurdan kir: 'Çandinî û turîzma xwe jî bi pêş bixin'
    Ji bo turîzma welêt vîdyoya pisîkan
    Etîketan:
    Dahatuya turîzmê ya Tirkiyeyê kêm bû, Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de